Jin bi keda destê xwe jiyanê dide Surê
09:04
JINHA
AMED - Jinên Surê dibin dengê bomba û guleyan de bi keda destê xwe aramiyê çêdikin û jiyanê ji nû ve avadikin.
Li navçeya Sura Amedê êrîş û dorpêça hêzên dewletê di roja 91'an de berdewam dike. Vegera welatiyên Surê yên ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê ji malên wan hatîn derxistin berdewam dike. Di hefteya dawiyê de êrîşên bi tang û topan ser Surê giran bûne, welatiyên Surê dibin êrîşan de jiyana xwe ya rojane derbas dikin. Dema ku jin firstê dibînin derdikevin ber derê malên xwe li ber tavê rudinin hem sohbet dikin û hem jî karê destan dikin. Miyaser Çinar a 50 salî li Taxa Alipaşa dirune diyar kir ku li gel hemû tindiya hêzên dewletê jî wan mala xwe neterikandiye. Miyaser da zanîn ku bi hatina biharê re ew hiriya nivînên xwe derdixe şiv dide ji bo toz ji nav derkeve û cardin dixe cihê wan de.
Miyaser destnîşan kir ku dibin dengê tang û topan de ew karê xwe dikin û wiha domand: "Belê li aliyekê şer heye, li aliyê dinê jî em jiyana xwe ya rojane berdewam dikin. Em hiriya nivînên xwe derdixin paqij dikin û cardin nivînên xwe çêdikin. Ji ber tevahiya zivistanê em dixebitînin, biharê jî em wan paqij dikin." Miyaser bilêv kir ku 7 zarokên wê hene, ev 30 salin ew li Taxa Alipaşayê dijîn û wê ji mala xwe neçin.
'Bi keda dest em aramiyê dibînin'
Jina binavê Kadız Tayurak jî da zanîn ku ew ji bo neviyên xwe fayîkeyan çêdike û wiha berdewam kir: "Dema ku ez karê dest dikim aramiyê dibînim. Ger ne bi xebitîna keda dest bana dibin dengê tang û topan de dê deruniya me têkçobana. Ez hem xwe didim tavê û hem jî ji bo neviyên xwe fayîkeyan çêdikim."
(zt)