Dayîka Mûmê her roj li ber derê girtîgehane
09:08
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Dayika Mûmê ya ku 3 zarokên wê girtîne her roj li ber derê girtîgehane got: "Çiqasî êrîşî me dikin em zêdetir bihêrs dibin û rêxsitina xwe mezin dikin. Ez bi zarokên xwe serbilindim."
Li gundê Talê yê girêdayî Colemêrgê Dayika bi navê Mûmê Erman yek ji dayîkên zarokên wê di girtîgehê dene û li ber derê girtîgehan digeriye. Dayîka Mûmê da zanîn ku di sala 2013'an de leşkeran mala wan gulebaran kir û kurê wê yê 16 salî birîndar kirin û bi birîndarî girtin û wiha domand; "Di sala 2013'an leşkeran li ser mala me de girtin. Di serdegirtinê de mal gulebaran kirin û kurê min birîndar kirin. Kurê min 16 sali bû dema bi birîndarî girtin û birin. Ticarî baweriya min bi dewleta tirk nayê, ewqas bi serê me aniye em êdî ji canê xwe bêzarkirine."
Dayika Mûmê bi lêv kir ku ew tu car li hemberi zilmê serê xwe natewinin û wiha pê da çû; "Bila ev her tim di hişê wan de be ew çend me bikujin em ew qas zêde dibin. 3 kûrên min niha di girtigehan dene. Piştî êrîşî mala me kirin kurê min girtin, zarokên minên dinê jî tevlî xebatan bûn û hatin girtin. Ez ji bo wê dibêjim ew çiqas êrîş dikin em wiha bihêz dibin û rêxistinê mezin dikin. Niha 3 zarokên min di girtîgehan denin. Ew jî têrnake her roj wan sirgun dikin. Êdî nizanim kîjan li kuye. Ez her roj li ber derê girtîgehan im. Lê ji ber ku zarokên min ji bo rometê hatine girtin ez qet bi girtina wan na êşim."
(zyd/zt)