Li Colemêrgê çalakiyên 8'ê Adarê bi civînên jinan berdewam dike

09:09

JINHA

COLEMÊRG - Bi pêşengiya KJA yê xebatên jinan ên 8'ê Adarê li navenda Colemêrgê û gundên derdorê berdewam dike.

Li Colemêrgê xebatên KJA yê yên 8'ê Adarê li taxan bênavber berdewam dike. Jin mal bi mal digerin ji jinên taxan re civina li dardixin. KJA yê li Taxa Rezan a Colemêrgê ji jinên taxê re civin li darxistin. Civîn bi dezeyek rêzgirtinê despêkir.

Pişti rêzgirtinê Aktivista KJA yê Hatice İdem axivi. Hatice bal kişand ser girtingiya 8'ê Adarê û wiha axivi; "Emê 8'ê Adarê bi rengû dengê jinê cihanê bihejinin. Emê hişmendiya nemed têkbibin. Ji ber wê jî 8'ê Adarê roje kpiroze. Emê jin bi hişmendiya 8'ê Adarê ya berxwedanê vê hefteyê li qadan bin."

(zyd/zt)