Jin xwe amede dikin ku 8 Adarê veguherînin raperînê
09:41
JINHA
STENBOL - Jinên ku xebatê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin, diyar kirin ku ew ê ji bo bajarên Kurdistanê ên di dorpêça hêzên dewletê deye kampanya bidin despêkirin û gotin ew ê 8'ê Adarê îsal veguherînin roja raperînê.
Jin li hember polîtîkayên komkujî a îqtîdarê dê 8'ê Adara îsal veguherînin berxwedan û aştiyê. Li Stenbolê jinên ku xebatê 8'ê Adarê pêk tînin amedekariya roja sembola berxwedanê a ku xwedî dîrokek 200 salî dikin. Derbarê berxwedana li pişt barîqatan a li hember polîtîkayê çewsandin û tine kirinê me bi Endama Ji bo Aştî Hewldana Jinan (BÎKG) Ferîde Eralp û Aktivîsta Tevgera Femînîzmê Derya Akişli re gotûbêj kir.
'Wek jin em ê di raperînê de bin her dem'
Ferîde da zanîn ku ew ê di çerçoveyê Roja Jinan a Cîhanê de li Kadikoyê 6 Adarê mîtîngek girseyî pêk bînin û wiha got, "Ji bo ked, nasname û bedenê xwe em ê li kolanan bin. Her wiha wek BÎKG'ê ji bo bajarên Kurdistanê a di bin dorpêça hêzên dewletê dene kampanya piştgirî bi gelê wir re em ê li darbixin. Ji bo gelê Cizîrê, Sûr û Silopî em ê piştevaniyek madî bi riyê kampanya yê pêk bînin. Wek jin em ê di raperînê de bin her dem. Şert û mercên şer koçberî û bê warî pêşdixe. Ji bo em pêşiyê vê bigirin divê li ser raya cîhanî em ê kampanya bidin despêkirin. Divê jin tev ji bo avakirina jiyanê dest bidin destê hev û xwedî li gelê Sûr, Cizîr û Silopî derkevin."
'Welat nava xwînê de mane'
Aktivîsta Tevgera Femînîzmê Derya Akişli jî wiha got, "Li hember polîtîkayên tirsê em ê li qadanbin. Çalakiyên me dê bibe raperîna jinan. Welat di nava dorpêç û şerek cidî de ye. Welat nava xwînê de maye. Tenê berxwedana jinan dikare vî şerî asteng bike. Ji bo jinên Kurdistanê em ê piştevaniya xwe bidomînin. Divê em li hember her cure tundiya ser jinan bêjin 'êdî bese'. Dê têkoşîna me li hember êrîşê pergalê berdewam bikin. Polîtîkayê me a sereke zilma hember jinê ji holê rakine." Derya qala bernameyê xwe jî kir û wiha pêde çû, "Ji îro û pêde li Meydana Galatasaray û her roja şemî li Taksîmê em ê danezanê belav bikin û jinan vexînin çalakiya 8'ê Adarê. Ji bo piştevaniyê em bendê jinanin. Rizgariya jin bi berxwedan û têkoşînê pêk tê."
(rc)