YJC bernameyê 8 Adarê eşkere kir

11:10

JINHA

KOBANÊ - Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Kobanê çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê eşkere kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Kobanê derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bernameyê çalakiyê xwe eşkere kirin. Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Gulda Kobanî derbarê plansaziyê de wiha got: " Yekîtiya Jinên Ciwan dê ji gundên rojavayên Kobanê meşek lidarbixin, di meşê de wê şanoyek were pêşkêşkirin, naveroka şanoyê li ser rewşa ku jin tê de jiyan dike, ango cudahiyên di navbera jiyana jinê ya berê û ya niha de çine dê li ser bisekine. Wê 7 endam ji Yekîtiya Ciwanên Jin li Kantona Kobanê di şanoyê de cihê xwe bigirin. Piştî şanoyê dê koma Baqî Xido ya TEV-Çand'ê govenda gelerî ji aliyê zarokan ve pêşkêş bikin.

Rêvebera Yekîtiya Ciwanên Jin li Kantona Kobanê Gulda kêfxweşiya xwe ji bo vê rojê anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em vê rojê di serî de li Rêber Apo, li hemû jinên cîhanê, YPG û YPJ'ê pîroz dikin. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin, em ê 8'ê Adarê bikin roja serhildanê li hember her cure êrîşên dijminan û bi taybet li dijî polîtîkaya dewleta Tirkiyê ku li ser gelê me li Bakur û Rojava pêk tîne serî hildin."

(ze/hs/rc)