Li Amûdê amedekariya 8 adarê despêkir
11:19
JINHA
AMÛDÊ- Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8'ê Adarê, ji niha ve jinên bajarê Amûdê zend û bendên xwe badane û dest bi amedekariyê kirin.
Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de dê di serî de li Amûdê bajêr were paqijkirin, şûnde dê kolan û meydanên bajêr werin xemildandin û çalakî bi meş, civîn û semîneran dê pêk were. Di vê çarçoveyê de jinan li bajarê Amûdê hemleya paqijkirinê da destpêkirin. Bi alîkariya Şaredariya Gel a bajar ji îro ve dest bi paqijkirina hemû kolanan hate kirin. Paqijkirin ji qada jina azad destpê kir. Tê payîn piştî karê paqijiyê bidawî bibe dê poster û afîş li kolan û qadan werin daliqandin.
(rh/hs/rc)