Li Silopiya polis gefa mudaxeleyê li jinan dikin

11:25

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiyê jinên ku ji bo starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan kom bûn, rastî mudaxileya polîsan hatin. Polîsên ku qad dorpêçkirin pankarata "Dê dewleta kujer hesab bide" kirin hincet û bi mudaxileyên gefxwarînî nêzîk bûn.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ya ku dê starta çalakiyên Roja Jinên Cîhanê bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê bê dayîn, ji bo çalakiyên ku dê bên lidarxistin jin li ber avahiya HDP'ê kom dibin. Di vê navberê de polîs bi wesayîtên zirxî, TOMA û Ford Rengeran hatin qada dê çalakî lê bê lidarxistin. Polîsan pankarta "Dê dewleta kujer hesab bide" a li avahiya HDP'ê ya ku wêneyên jinên hatine qetilkirin tê de cih digirt kirin hincet û xwestin pankartê daxînin.

Polîsan bi mudaxileyên gefxwarinî, nêz bûn û bi vî awayî xwestin pankar bê rakirin. Jin bo çalakî proveke nebe pankart daxistin, li ser vê polîs ji qadê derketin û derdor dorpêç kirin.

(zt)