Ji bo 8 Adarê jin alên kesk, sor û zer didrûn

11:26

JINHA

TIL TEMIR - Atolyeyên girêdayî Kongreya Star li bajarê Til Temir dest bi dirûtina alên tevgerên jinan û alên kesk-sor û zer ji bo xemilandina bajar kirin.

Yek ji xebatên ku dê ji bo amedekariya 8'ê Adarê were kirin xemilandina kolan û qadên bajêr e. Lewma atolyeyên jin ên girêdayî Kongreya Star di nav kar û xebateke berfireh de ne. Yek ji van atolyeyan Navenda Nûrî Dêrsimî ya bajarê Til Temire. Ji bo xemlandina bajêr amedekariya dirûna alên kesk, sor û zer dikin. Xebatkarên atolyeyê dane zanîn ku heya niha 500 alên rêxistinên jinan û 1000 jî ên kes-sor û zer dirûtine.

(ja/hs/rc)