Mîhrîcana 'Emê Jiyanê Bi Hunera Jinê Bixemilînin' destpê dike
12:10
JINHA
QAMIŞLO - Desteya Çand a Kantona Cizîrê dê mîhrîcana 'Emê jiyanê bi hunera Jinê bixemilînin' ji bo 4 rojan li bajarê Qamişlo lidar bixe.
Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de mîhrîcana 'Em ê jiyanê bi hunera Jinê bixemilînin' li bajarê Qamişlo di salona Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner lidar bixe. Mîhrîcan dê 2 heya 5'ê Adarê her danê nîvro ji seat 2 heya 5 bi bernameyeke taybet pêk bê.
Tê payîn ku di mîhrîcanê de bernameyên çandî yên taybet cih bigrin, beriya mihrîcanê ji jinan hatibû xwestin ku helbest, şano, çîrok û meqaleyên xwe ji desteya Çandê re bişînin. Di mîhrîcanê de dê ev nivîs werin xwendin û dê roja dawî ya mîhrîcanê ji her yek ji beşan re 3'ê kesan re xelat were dayîn. Li gor agahiyên ku me ji Desteya Çandê wergirtî bernameyên mîhrîcanê dê wiha bin:
*Di 2'ê Adarê mîhrîcan vebe, axaftin bi ser navê TEV-Çand Rojava û rêxistinên cuda were kirin. 32 helbest û 5 çîrok werin xwendin
*Di 3'ê Adarê; şano, çîrok û meqaleyên jinan werin xwendin
*Di 4'ê Adarê; Semînera wêje, pêşkêşkirina karê destan û tabloyên wêneyan
*Di 5'ê Adarê; axaftina girtinê, şahiya hunerî, dê ji 3'ê Çîrok, helbest û şanonivîsan re xelat were dayîn. Herwiha dê ji saziyekê re jî xelat were dayîn
(en/rc)