Mamosteyên jin perwerdeya parastinê dîtin
12:31
JINHA
EFRÎN - Lijneya Perwerdê ya Civaka Demokratîk li Kantona Efrînê ji bo jinên mamoste perwerdeyê parastina cewherî da. Li Peymangeha Viyan Amara jî jinên mamoste eleqeyek mezin nîşanî perwerdeyê xweparastinê dîtin.
Li Rojavayê Kurdistanê jin eleqeyek mezin nîşanî perwerdeyên xweparastinê didin. Bi tevlîbûna dehan mamosteyên jin li Kantona Efrînê Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava, bi pêşengiya Lijneya Perwerdeyê Civaka Demokratîk, perwerdeyê xweparastin dîtin. Di heman çerçoveyê de li Peymangeha Viyan Amara jî perwerde li ser bi karanîna çek û rêbazên xweparastinê ji bo mamosteyan hat dîtin. Jinên mamoste eleqeyek mezin nîşanî perwerdê xweparastinê dan û diyar kirin ku divê tevahî jin xwe hînê xweparastinê bikin.
(fr/hs/rc)