Dayîka Reyhane Cebarî bi wesileyê 8 Adarê name nivîsî

12:50

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Cîhanî Ya Jinên Kedkar dayika Reyhane Cebarî nameyek ji bo keça xwe û hemû jinên êşkişandî yên cîhanê nivîsî.

Dayika jina ciwan a ji Îranê Reyhane Cebarî ku di 2014’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin, bi boneya 8’ê Adarê nameyek ji hemû jinan û keça xwe re nivîsand. Dayik Şule Pakrewan di nameya xwe de diyar kir ku jin di sedsala 21. de, di bazaran de weke xenîmetên şer têne firotin û wiha got: “Ez jinekim. Jina ku qêrîna jinan di kûrahiya dîrokî di sîngê min de veşartiye. Jinên ku wek zayanedê duyemîn têne dîtin û li gelek devera mafek wan nîne. Jinên ku di şeran de wek xenîmet tên esîr girtin û di sedsala 21. de li bazaran wek kole tên firotin. Bazara ku DAIŞ’yan çêkirine. Jinên ku li gelek cihên cîhanê mafê wan yên hilbijartinê nîne, ne ji bo civaka xwe ne jî ji bo jiyana xwe ya takekesî.”

‘Ez dayikekim ku keça wê birin ber darê zilmê’

Şule Pakrewan wiha domkir, "Ez jinekim ku êşên keçên bêguneh dema ku rastî destdirêjiyê tên û dengê qêrîna wan nayê bihîstin, bi hest û ruhê xwe his dikim. Ji ber ku keça min jî wisa hat serê wê. Ez dayikekim. Dayikek ku keça wê birin ber darê zilmê. Ez wek keça xwe û keça min jî wek bi hezaran jinên din êşên xwe de em zane bûn. Me zanî ku divê em jin bin û li ser mafê xwe israr bikin. Bedela wê canê me jî bibe divê em israr bikin.”

‘Bi hezaran Reyhaneyên din şîn dibin’

Dayika Reyhane Cebarî destnîşan kir ku keça wê bûye mînak ji bo hemû jinan û pêde çû: “Reyhaneya min niha ketiye rûpela dîrokê. Bi berxwedanî û israra li ser edalet û mafê xwe bûye mînaka hemû jinan. Zalimên mêjîreş Reyhaneyek ji min standin û bi darve kirin. Lê nezanîn ku bizra Reyhane di sînga erdê de hatiye çandin û wê bi hezaran Reyhanên din jê şîn be.”

‘Jinên şervan ku wek jin jiyan û şer dikin’

Şule Pakrewan herwiha bal kişand ser têkoşîna jinên şervan û wiha got: “Jinên zana û fedakar ku her roj bihêztir dibin û di şerê ji bo wekheviyê de wek şervanek qehreman şer dikin. Jinên ku bûkên destê kesên hîzin û ne jî xwe li piştî maskeyek din vedişêrin. Ew wek jinan jiyan dikin. Wek jin bi şert û mercan re şer dikin. Wek jin cîhana xwe ava dikin û wek qehremanekî çarenûsa xwe diyar dikin. Ev jin pêşeroja welatê xwe ne. Welatê ku dayika hemû zindiyane. Jin dayika hemû gerdûnê ne û hemû nîşaneyên gerdûnê di xwe de dihewîn in. Jina cîhanî ya jinan ji bo hemû jinên li ser gerdûnê bi şahî û kêfxweşî be.”

Reyhane Cebarî di 27 saliya xwe de di roja 25.10.2014’an ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Dema kesekî ku endamekî Îtilaatê ye dixwaze dest bavêjê Reyhane xwe diparêze. Rejîmê Reyhane Cebarî bi behaneya ku kesek dewletê kuştiye, rastî cezayê darvekirinê hat. Di dosyaya Reyhane de bê ku behsa bê edaletî û destavêtina kesê tecawizkar were kirin, Reyhane hat mehkûmkirin.

(rc)