Jin li Silopiyê gihan hev

13:01

JINHA

ŞIRNEX - Mitînga jinan a di diyarê Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan de hatî lidarxistin bi diruşma "Jin jiyan azadî" destpêkir.

Jinên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, ji bo bîranîna endamên KJA'yê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar û ji bo silavkirina berxwedanê, li Silopiyayê li hev civiyan. Jin bi şiyara "Li diyarê Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan, em xwedî li jin û zarokên hatine qetilkirin derdikevin" bi rê ketin. Tevî hemû astengiyan jî jinan xwe gihandin Silopiyayê û dest bi mîtîngê kirin. Li mîtîngê dirûşma "Jin jiyan azadî" tê qîrîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji beşdaran re diaxive.

(zt)