Derbarê encama hilbijartina Îranê de daxuyanî hat dayîn

13:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi bidawîhatina hilbijartinan li Îranê Kampanya ‘Guhertina Rûyê Parlamentoya Mêran’ bi daxuyaniyekî ragihand ku hêzên ewlekariyê zextê li çalakvanên wan dike.

Kampanya ‘Guhertina Rûyê Parlamentoya Mêran’ piştî bidawîbûna hilbijartinên Îranê duh bi daxuyaniyekî dawî li xebatên xwe anî. Di vê daxuyaniyê de hat gotin ku vê kampanyayê bandorek erênî li ser etmosfera siyasî ji bo jinan kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku we xebatên xwe bi armanca beşdarbûna zêde ya jinan di siyasetê de da destpêkirin û wiha hat gotin: “Armanca me ew bû ku jin bikarin ji sedî 50 kursiyên parlamentoyê bidest bixin. Me dixwest daxwazên jinan bigihêjin parlamentoyê.” Kampanya jinan ji bo balê bikşîne ser nûnerên ku mafê jinan nas nakin lê diçin parlamentoyê di kampanya xwe de diyar kirin ku ew ê karta sor bidin namzedên li dijî jinan di parlamentoyê de.

Di daxuyaniya Kampanyayê de herwiha bal tê kişandin ser zextên hêzên dewletê li hemberî endamên wan û wiha tê gotin: “Bi caran endamên me ji aliyê hêzên dewletê ve hatin gazîkirin. Gelek caran bi demdirêjî di bin lêpirsînan de man. Hinek endamên me ji wan re dosyayên nû di dadgehan de hat vekirin.” Kampanya ‘Guhertina Rûyê Parlamentoya Mêran’ dibêje ku bi vê kampanyayê re hêjmara jinên ku ji bo parlamentoyê xwe kirine namzed ji salên berê 5 qatî zêde bûye.

Li gel van hemû hewldanên jinan jî dîsa gelek jin ji safiya rejîmê ve derbas nebûn. Di hilbijartinên dawî yên parlamentoyê de tenê 14 jin di tûra yekemîn de heta niha çûne parlamentoyê. Hêjmara herî zêde ya parlamentoyê di kabîneya 5. de ango di dema Mihemed Xatemî de bû ku 14 jin bûn. Di parlamentoya dawî ya beriya şoreşa 1979’an hêjmara jinên di parlamentoyê de 20 jin bûn.

(rc)