Jinên Tunusê kafeyên xizmeta mêran dikin dagir kirin
14:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tunusê ji ber ku kafe wek beşa jin û mêran hatiye veqatandin çalakî lidarxistin.
Jinên Tunusê ji ber ku kafe wek beşa jin û mêran hatiye veqatandin bertek nîşandan. Jin bi wênekêşê dizî ketin kafeya ku ji mêran re peywir dide û bertekên mêran ên li hember jinan kişandin. Li welat weşana wek Attessia TV di programa RDV, jinên li semta gelerî a Paytaxta Tunusê dîmenên çalakiya jinan weşand. Jin ketin nava kafeyê ku ji mêran re bi taybet peywirê dike û tiştên wek vexwarinê erzan didin li masa runiştin û ev cudabûnî şermezarkirin.
Jinên ku li kafeyê runiştin bertekên mêran kişandin. Jinan bi wênekêşan bertekên muşteriyên mêr kişand û hinek mêr jî kafeyê terikandin. Jinan ev dîmen jî kişandin. Dîmenên jinan di tora civakî de bi hezaran car hat temaşekirin. Li welatê Magrib ji wek kafeyên Tunusê peywirê dide meran. Çiqas ev ne qedexe jî be jinan bertek nîşandan û li hember wan bêdeng neman.
(dt/zt)