Li Rimêlan pêşengeha jinan hat vekirin
15:44
JINHA
RIMÊLAN- Bi pêşengiya jinên şaredariyê Girkê Legê Tirbespiyê û Çil Axa li navenda Aram Tîgran pêşengehek hat vekirin.
Bi pêşengiya jinên şaredariyê Girkê Legê, Tirbespiyê û Çil Axa li Navenda Aram Tîgran a Kantona Cizîrê pêşengehek hat vekirin. Di pêşengeha ku ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatî amede kirin de hunerên destan ên ku bi kedê jinan çêbûne û berhemên ku dîrokê nîşan dide cih di pêşengehê de girt. Ji danê sibehê heya niha ji bo dîtina pêşengehê ji Rimêlan û bajarên nêzîk gel tên serdanê.
Hate hînbûn tevahiya pêşengeh ji hêla jinan ve û bi karên wan ên destî ve hatiye sazkirin û dê heya êvarê bidome.
(sx/en/rc)