Jinên Rojava bi coşek mezin dest bi amedekariya 8 Adarê kirin
16:25
JINHA
ROJAVA - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li tevahî bajar, gund û navçeyên Rojava amedekarî tê kirin û kolan tên xemlandin. Jin daketin qadan û bi al, poster û afîşên 8'ê Adarê kolan xemilandin û ji niha ve 8'ê Adarê pîroz kirin.
Jinên Rojava bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ji niha de dest bi amedekarî kirin. Jinên bajarên Til Temir, Amûdê, Qamişlo Tirbespiyê û Kantona Efrinê ji niha de dest bi paqijiya û xemlandina bajar kirin. Bi dehan jin ên girêdayî Kongreya Star bi coş û morala 8'ê Adarê û bi ruhê silavkirina berxwedaniya jinên Bakûr îro li kolanan xebata xemilê meşandin. Afîşên derbarê têkoşîna jinan, posterên şoreşgerên jin û alên Kongreya Star daliqandin.
Jinên ku beşdarî karê xemilandinê bûn dane diyarkirin ku di meha Adarê de ew hîna bêtir bi liv û tevger dibin û têkoşîna xwe bilindtir dikin. Dê 8'ê adara îsal jî bi ruhê serhildanê were pêşwazîkirin û bi vê mebestê em amedekariya xwe dikin.
(kom/rc)