QSD'ê kulîlkên şadiyê di rûyê zarokên Şedadê de bişkovand

09:00

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ- Zarokên bajarokê Şedadê kêfxweşiya xwe bi hatina QSD'ê, têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê û careke din peydakirina aramiyê li bajarê xwe anîn ziman.

Şedadê ku şêniyên wê piranî Ereb in, demeke dirêje di bin dagirkerî û zordarya çeteyên DAÎŞ'ê de dinaliya. Di hemleya Xezeba Xabûr de hêzên QSD'ê Şedadê jî rizgar kirin û jiyaneke nû li her bihosta Şedadê ji nû de tê hîskirin. Zarokên bajarokê Şedadê jî kêfxweşiya xwe derbarê hatina QSD'ê de anîn ziman û wiha gotin: "Ev demek bû em ji ber êrîşên DAÎŞ'ê ji her tiştî bêpar mabûn, ji derketin û heya qedexekirina lîstokê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li ser me hatibû ferzkirin, lê piştî hatina QSD'ê em ji vê îşkence û hovîtiyê rizgar bûn, piştî demeke dirêj, bi rizgariya Şedadê û hatina QSD'ê re ken li ser rûyê me bişkovî."

Zaroka bi navê Beyda El Xetab jî kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina Şedadê ji çeteyan anî ziman û wiha got: "Em bi rizgarkirina Şedadê ji çeteyên DAÎŞ'ê pir kêfxweş bûn, QSD'ê bi têkbirina çeteyan karî aramiyê li tevahî Şedadê ava bike û dilê her kesî bi taybet zarokan kêfxweş bike. DAÎŞ hovîtiyek bêsînor hember gel de pêktanî, zarok jî ji mafê wan ê lîstinê bêpar dihiştin."

Zaroka bi navê Îsra jî hovîtiya DAÎŞ wiha anî ziman, "DAÎŞ qet rê nedida ku em ji mal derkevin, eger qebûl kiriba jî bi hin rêzikên ku nîşan dabûn dihişt. Diviya em bi cilên reş û bê şerpe derneketana, yê ku ew rêzik bi cih neanîba jî bi awayekî tund dihate îşkencekirin."

Îsra da zanîn ku hovîtiya DAÎŞ'ê ne jin, zarok û pîr dizane û wiha berdewam kir, "Çete tenê tirs û xof di dilê her kesî de bi cî dikir, tenê kuştin û xirabkirin dikir, hovîtiya wan gihiştibû asta ku serê mirovan jêbikin û li pêşiya çavên zarokan hemû tişt dihate kirin."

Zarokan ferqa di navbera DAIŞ û QSD'ê de jî wiha vegotin, "DAÎŞ ku bi her awayî dixwaze agirê azadiyê vemirîne, lê li beramberî vê, QSD'ê agirê azadiyê gur dike û hêviyan li dilê her kesî ava dike. Em spasiya QSD'ê dikin ku em ji van çeteyên bêwijdan rizgar kirin û her bijî berxwedana QSD'ê."

(hs/rc)