Gerîlayên YJA-STAR: Em ji bo azadiya jinan şer dikin
09:01
Şengar Bradost/JINHA
KERKUK - Gerîlayên YJA-STAR'ê yên eniya Kerkukê di derbarê 8'ê Adarê de gotin: "Jin bi îradeya Zîlan cesareta Sara û serhildêriya Arînan şer dikin. YPS-JIN da diyar kirin ku jina Kurd çiqas bihêze. Ji bo em bi rihê 8'ê Adarê jiyanê xwşik, azad û serfiraz bikin emê wek gerîlayên YJA-STAR şerê azadiya jînê bidin."
Gerîlayên YJA-STAR ê yên eniya bajarê Kerkukê yê Başurê Kurdistanê derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de nirxandin kirin. Gerilayan dan zanîn ku ewê bi şêwazê parastinê tekoşîna jinan bilind bikin û banga berxwedanê li jinên cîhanê kirin.
'Tekoşîna me ji bo vegera jinê ya li vîn û afrêneriyê ye'
Gerîla Feraşîn Berfîn balkişand ser dîroka tekoşîna jinan û wiha axivî: "Ji bo jinekê 8'ê Adarê giringe. Wê rojê jin li herderê dinav tekoşînê daye. Di jiyana PKK'ê de tkeoşîn di asta herî jor tê meşandin. Çûnkî Rêber Apo derfetên têkeoşînê di her alî de ji mera vekiriye. Niha berxwedana li herderê bilind dibe berhemê tekoşîna jina kurd û bi taybet jî jinên Gerîlaye. Tekoşîna bi Roza destpêkir îro bi çalakiyên Zîlan, Bêrîtan û Arînan encam digire û bûne temsîlê berxwedana jinan di nav cîhanê de. Pêwîste jin wek berê bibe îrade û afrênera jiyanê. Em jî bi xurtkirina hêza parstinê xwedî li vê rojê derdikevin û soza serxistinê didîn. Em bang li jinên cîhanê dikin ku li hember komkûjiyên jinan û êrîşên ser Kurdistanê bê deng nebin û berxwedana xwe bilind bikin."
'Jina kedkar jina berxwedêre'
Gerîla Sitêra Jiyan a ermenî jî 8'ê Adarê li hemû jinan pîrozkir û wiha got: "Ez despêkê vê rojê li tevahî jinên kedkarên cîhanê û afrênerê xeta azadiya jinan Rêber Apo pîroz dikim. Di despêka dîrokê de jin xwedawenda wekhevî û azadiyê dihate nasîn, lê di werçerxana dîrokê de jin ji aliyê deshilatdariya zilamsalrî ve hatiye dîl girtin. Bi pergal û şêwazê jiyana koletî li ser jinan dagîrkerî ferz kiriye. Jin xwedî îrade û enerjiyek pir zêdeye. Em di kestiya jinên şoreşgerên nav PKK'ê de xeta berxwedana jinên dibînin. Bi rihê 8'ê Adarê, di kestiya YPS-JIN de berxwedaniyek mezin têkirin. Jina kedkar jina berxwedêre."
'Emê bi giyana 8'ê Adarê jiyanê azad û bedew bikin'
Sozdar Mizgîn jî destnîşan kir ku jinên kurd pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin û wiha dom kir: "Li her çar aliyên Kurdistanê jin pêşengî ji şoreşa azadiyê re dikin. Herkes jî vê dibîne û bandor dibe. Jin îro şer dike. Em dibînin YPS-JİN li hember zihinyeta herî hov a jin kuj li berxwedide. Jin bi îradeya Zîlan cesareta Sara û serhildêriya Arînan şer dikin. YPS-JIN da diyar kirin ku jina Kurd çiqas bihêze. Ji bo em bi rihê 8'ê Adarê jiyanê xwşik, azad û serfiraz bikin emê wek gerîlayên YJA-STAR şerê azadiya jînê bidin."
(zt)