Esnafên jin ên Wanê dê 8 Adarê li qadanbin
09:36
JINHA
WAN - Jinên kedkar ên Wanê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarê Cîhanê re gotin ku ew ê li ser mafên xwe bisekinin û ew ê bi mêran re dest bi tekoşîna xwe bikin.
Di 8 ê Adara 1857'an de li bajarê New-Yorkê, jinên ku di febrîqên tekstîlê de dixebitîn, ji bo bidestxistina mafên xwe yê wekhevî çalakî pêk anîbûn û di encamê de rastî êrîşê hatin û 129 jin ji ber dexwazê mafê xwe di fabrîqê de hatin şewitandin. Di sala 1910'an de li Danîmarkê konferansa Sosyalîst Enternasyonel ya Jinan pêk hat û bi destpêkirina têkoşîna jinên Emerîkî 8 ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê hate îlan kirin. Di sala 1977'an de jî Neteweyên Yekbûyî 8 ê Adarê ji bo hemî jinan, ew roj wek Roja Jinên Cîhanê bi fermî hate pejirandin. 8'ê Adarê jin û jiyan li hemî cîhan destên xwe didin hev. Bi ref û ref, mil bi mil dengê xwe li kolan û salonan bi hev re bilind dikin. Jinên kedkarên Wanê jî li ser mafê jinê sekinîn.
'Êrîşa li hember jinan tirsa dewletê diyar dike'
Jina bi navê Zeriye Yobaş qala girîngiya 8'ê Adarê kir û wiha got, "Ez li ser mafên jinê û keda destê jinê disekinim. Her çiqas kedê jin ji dîrokê heya roja îro hatibe dagirkirin jî, tu car wenda nebûye. Pergala desthilatdariyê bi dagirkirina kedê jinan xwestin ji jî tune bikin. Lê wek jin her dem em di têkoşînê de ne li hember pergala baviksalarî. Em ê xwedî li kedê xwe derên û têbikoşin. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de em bibin deng û reng. Ez bang li hemû jina dikim ku bila 8'ê Adarê derbikevin qadan dengê xwe bilind bikin." Zerya dawiyê de teşîrkirina bedenê jinan şermezar kir û got, "Êrîşa li hember jinan tirsa dewletê diyar dike. Em ê têkoşîna wan jinan berdewam bikin."
'Mefên Jinên kurd binpê dibe'
Hanîfe Guzel da zanîn ku ji dîrokê heya roja îro keda jinan tê binpêkirin û wiha domkir, "Ya rast ew e, ku li welatê me, li Kurdistanê hîn îro jî, mafên gelek jinên Kurd binpê dibe. Jin bê dil, bi qalin û bi berdêl û bi peran tên firotin û guhartin! Destûr nayê dayîn jin bixebitin û ji malê derên. 8'ê Adarê ne tenê ev e ku jin kargehekê de xebat bike. Zaroka tîne cîhanê her derê malê de jî keda jînê heye û jin wê malê ava dike. Jin nebe jiyan jî nabe. Jin dayike, jin zaroke, jin pîroze. 8'ê Adarê roja jinê ye ew roj ew e ku jin xwe û keda xwe derbexe holê. "
'Ji bo guhertina pergalê divê em jin dest bidin destê hev'
Elîf Tulker di pêşiya axaftina xwe de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pîroz dikim û wiha got, "Em jin heremên ku em lê ne tên tunekirin em li ber zilam û dewletê tên îşkence kirin. Ji bo guhertina vê pergalê divê em wek jin dest bidindestê hevdû. Em jin li nava ciwakê de gelek girîngin û divê hemû kes derbikevin qadan û girîngiya rojê û hebûna xwe bidin nîşandin. Em teşîrkirina bedenê jinan jî şermezar dikin. Divê tevahî jin di 8'ê Adarê de li qadan bin."
'Dewlet ji bo jina ker û lal buye'
Sariye Bal bal jî wiha got, "8'ê Adarê li tevahî jinên kedkar û azadîxwez pîroz be. Her roj nûçeyên jinên xwe dişewitînin û yên ji aliyê hevjînên xwe ve tên kuştin zêdetir dibin. Di nav civata Kurd de, bê guman jinên azad û yên demoqrat jî hene. Lê jimara wan kêm e. Dewleta Harêma Kurdistan pêwist e, ku pirsgirêkên jinên Kurd zûtirîn çareser bike. Wekheviya jin û mêran bi zagona bingehî bête pejirandin û di paratîkê de jî, ew wek zagonên nûjen û yên hemdemî pêk bê. Em wî qebûl nakin û em ê serbikevin. Bila jin jî rabe ser lingên xwe tu caran hewcekarê mêra nebin zilam her tim dibêjin ku em tenê hene û jin nîne. Jin hatî tunekirin. Jin nava ciwakê de tê tunekirin lê jin hem dibe mêr hem jî dibe jin. Bila 8'ê Adarê jin bibin deng û hemû derê cîhanê de cihê xwe bigre.
(hk-db/rc)