Ji 8'ê Adarê heya niha di dîroka jinan de xelek nû: YPS-JIN
09:54
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 8'ê Adarê heya niha berxwedana jinan weke goka berfê mezin bûye. Îsal jî li Bakurê Kurdistanê YPJ-JIN hat avakirin û ji bo tevlîbûna 8'ê Adarê wiha bang li jinan kir; "Ji dîrokê heya niha em dewletê baş dizanin. Ji bo me dema tekoşînê ye ji wê zêdetir tiştek nîne."
Meşaleya ku jinan di fabrîkayên Emerikayê de pêxistîn 159 salin xelk û xelek li tevahî cîhanê belavdibe. Di 8'ê Adara 1857'an de ji bo 'karek wekhev û muçeyek wekhev' 129 jinên di fabrîqayê de li ber xwe dan hatin şewitandin. Jinên wê rojê hatin şewitandin heya niha qet nehatin jibîrkirin û di 2'emîn Kongreya Jinên Sosyalîstên Enternasyonal a sala 1910'an de Roja Jinên Cîhanê hat îlankirin. Her sal bi molyonan jin ji bo wateya vê rojê dibêjin; "Em hebûn, hene û hemê hebin."
Ji bo dîroka jinan xelekek nû
Di sala 2016'an de xelekek nû li dîroka jinan zêdebû, li Bakurê Kurdistanê Yekîneya Parastina Sivîlan-Jinan (YPS-JIN) hat îlankirin. YPS-JIN di çarçoveya rêveberiya xwecihî û parastina cewherî de hatiye avakirin. YPS-JIN ji bo berxwedana jinan a li Gever, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Dêrik, Kerboran û gelek deverên dinê pêşengîkiriye. Armanca YPS-JIN li her mal, kuçe, kolan, tax û deveran jin bi xwe parastina xwe bikin û bibin xwedî vîne. Ji dîroka mirovahiyê heya niha parastina cewherî ji bo mirovan bûye mafek jêneger. YPS-JIN dibêje; "Ev karek bi qasî qedera jinan teslîmî mêran neyê kirin cidiye."
'Di dema qirîtîk de weke bersivek hat avakirin'
Dê YPS-JIN yekem car îsal 8'ê Adarê pêşewazî bike. Me jî ji YPS-JIN 8'ê Adarê û sedema avakirina wê pirsî. Ji Fermandarên Giştiyên YPS-JIN'ê Rojbîn Besta bi gotinên; "Tekoşîna piştî qetilkirina 129 jinan despêkirî heya niha berdewam dike. Em 8'ê Adarê li hevalên xwe yên jinên girtîgehan û gerila pîroz dikin." dest bi axaftina xwe kir. Rojbîn da zanîn ku ew di pêvajoyek a ji bo dîroka cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê qirîtîk de hatin avakirin û wiha domand. "Em di demek a parastinê de derbasdibin. Serhildanên ku li Sur, Cizîr û Botanê despêkirî bi pêşengiya jinan mezin dibe. Ji dîrokê heya niha her dem gel bi pêşengiya jinan gihane serketinê. Di vê pêvajoyê de jî jin pêşengiyê dikin."
'Emê ticarî Cizîrê jibîr nekin'
Rojbîn wiha berdewam kir: "Em weke YPS-JIN dikarin vê bêjin. Ji dîrokê heya niha em weke jinên kurd û cîhanê şidet û tindiya li ser xwe napejirînin. Di aliyê parastinê de jin gihane asta herî bilind. Li her devera jin lêne dest bi parastinê kirine, dest dane çekê û ketine çeperên berxwedanê." Rojbîn berxwedana dîrokiya Cizîrê û komkujiya dewletê li wê kirî bibîrxist û got: "Cizîr ji bo me bû mînakek. Emê tola hevalên xwe yên li wê şehîdketin hildin. Bila her kes vê bizanin. Ji bo me 8'ê Adarê bûyîna layêqê berxwedana hevalên xwe ye."
'Em di rêya jinên tekoşer denin'
Rojbîn anî ziman ku li hemberî înkar û îmhayê parastina cewherî mafeke û ji bo parastina wî mafî ew tekoşînê didin û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk me înkar dike. Ne di hişmendiya me bipejirînin dene. Ger îro li Sur, Cizîr û Botanê ev bûyer tên jiyankirin, berpirsê wê dewlete. Dema ku ji bo jiyanê hinek alternatîf hêlabana dibe ku YPS û YPS-JIN derneketana holê. Wekedin rê nemaye ji bo wê jî heya dawiyê emê şer bikin. Li her devera Kurdistanê şer serwere. Gelê kurd xwediyê hêza zilma dewletê ji holê rakiye. Divê her kes bi giyana berxwedanê têbikoşin. Bi giyana Zilan, Bêrîtan û Asyayan ez 8'ê Adarê pîroz dikim. Em şanazin ku di rêya jinên tekoşîn kirine Roza Luksemburg û Clara Zetkin de dimeşin. Emê weke YPS-JIN bibin bersiva komkujiyên li Kurdistanê tên kirin."
'Ji dewletê ti hêviyê me nîne emê bi xwe jiyanê avabikin'
Rojbîn di dawiyê de ev bang li jin û ciwanan kir: "Divê ciwanên kurd qadên jiyanê, herêmên parastina cewherî û malên gel neterikînin. Divê gel serhildanê mezin bikin û jin jî pêşengiya wê bikin. Di salên 1990'an de jî dewlet bi heman şêweyî ser kurdan de hat. Em niha jî rastî heman zilam dewletê hatin û di komkujiyan re derbasbûn. Di serî de dayîk dikarin tekoşînek bihêz bimeşînin. Jinan axa xwe neterikandin. Divê jin di vê pêvajoyê de ya dikeve ser milê wan bînin cîh. Em bi jinan bawerin heya dawiyê axa xwe naterikînin û wê heya dawiyê axa xwe biparêzin. Ji dewletê ti hêviyên me nîne, ji ber tişta dewlet dike polîtîkaya îmha û înkarê ye. Em weke gelê kurd û hêzên YPS/YPS-JIN vê napejirînin. Ji dîrokê heya niha em dewletê baş dizanin. Ji bo me dem dema tekoşînê ye ji wê zêdetir ti alternatîfa me nîne."
(zt)