Li Pakistanê zagona parastina jinê hat pejrandin
10:32
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Zagonsazên eyaleta Punjab a Pakîstanê 'Zagonên Parastina Jinan a li Hemberî Şîdetê' pejirandin. Ji bo ku zagon bên qebûlkirin bendê destnîşana Waliye.
Zagonsazên eyaleta Punjab a Pakîstanê zagonên parastina jinan hember şîdetê qebûl kirin. Ligorî nûçeyê siteya Pakîstanê dw.comê Berdevkê Meclîsa Eyaleta Punjabê Abdul Qahar Rashîd diyar kir ku 'Zagona Parastina Jinan a li hemberî Şîdetê' roja Pêncşemê ji aliyê serokên bajêr ve hatî pejrandin. Tenê ji bo ku zagon fermî bibe li bendê destnîşana Weliya Eyaletê ye.
'Zagonên heyî pêşiyê şîdetê nagre'
Zagonên ku hatine diyar kirin şîdetê wiha dide nasîn, "Şîdeta hember jinan, ji nav malbatê heya hestî, ji derûnî heya tacîza tevikî, ji îstismara aborî heya tacîz tev dibin sucê şidetê. Zagonên fermî ên heyî tehdît û şîdeta hember jinan kêm nake û astng nabe."
Dê serlêdanên şîdetê bên şopandin
Dema ku zagonên parastinê bên pejrandin wê xetên telefonê yê bê pere ji jinan re bên dayîn û ji bo jinên maxdurê şîdetê navend bên avakirin.
Zagon amedekirin pêşketinek erêniye
Li aliyê din li Pakîstane her sal jin tên revandin, kuştinê namûsê, êrîşên kezzap û tecevûz tên, tê payîn ku doza şîdetê bên şopandin. Li gorî koma jinên Pakîstanê û Weqfa Aurat, di sala 2013'an de li qada Punjabê 5 hezar û 800 dozên şîdeta ser jinê pêk hatî. Aktîvîsta mafê mirovan û endama serbixwe ya Komîsyona Mafê Mirovan a Pakîstanê (HRCP) Zohra Yusuf diyar kir ku zagonên hatine amedekirin pêşketinek erênî nîşan dike.
(rc)