Rêxistina RJAK'ê gerîlayên YJA-STAR'ê ziyaret kirin
10:33
JINHA
KERKUK - Rêxistina jinên azad (RJAK) bi bone ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê serdan gerilayên YJA-STAR'ê kirin. Di serdanê de Fermandara YJA-STAR'ê Gulistan Wan got; "Em dixwazin jin xwedî li hev derkevin û yekêtiya xwe avabikin."
Rêxistina jinên azad (RJAK) bi tevlî bûna hijmarek zêde jinan ji hemû bajar û bajêrokên Başurê Kurdistanê biboneya 8'ê Aarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, li eniya Kerkukê ya Başurê Kurdistanê serdana gerilayên YJA STAR kirin.
Koma jinên RJAK'ê ji aliyê gerîlayên jin ve hatin pêşwazî kirin. Di cihê pêşwaziyê de jinan 8'ê Adarê li gerîlayan pîroz kirin. Di serdanê de Endama Desteya Rêveberiya RJAK'ê Bêrîvan Mihemed sedema serdan wan ya gerîlayên YJA-STAR'ê wiha got: "Gerîlayên jin rolek mezin lîstine di gûhartina civakê û pêşengiya jinên Başurê Kurdistanê de. Bi saya gerilayên di eniyên berxwedanê de jinan xwe naskirin û hînî parastinê bûn."
Fermandara YJA-STAR'ê Gulistan Wan jî sipasiya RJAK'ê û tevahî jinan kir û ragihand ku ew jî vê rojê li hemû jinan bi taybet li hemû jinên Başurê Kurdistanê pîroz diki. Gulistan daxwuya kirin ku ew wek gerîlayên jin rola pêşengî kirina jinan girtye ser milê xwe û di her alî de jinan bihişmendî dikin. Gulistan got; "Em dixwazin jin xwedî li hev derkevin û yekêtiya xwe avabikin."
(şb/zt)