Kovara jinelojiyê derket
11:43
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdema 8'ê Adarê de jinên kurd dîsa îmze avêtin binê nûbûnekê. Kovara jînelojiyê ya ku ev saleke bi xebata 9 jinên ku hatin gel hev gava yekemîn hat avêtin û Kovara Jineolojiyê ya ku dê gava herî rast biavêje derdikeve.
Me jî sedema derxistina kovareke bi vî awayî, xebatên amadekariya derxistina wê, naveroka wê û girîngiya wê ya ji bo jinê ji Gerînendeya Giştî a Kovara Jinelojiyê Nahîde Ermîş pirsî.
Kovara Jinelojiyê ji ber kîjan pêdiviyê derket?
Ji bo ku jin karibin li her qada civakî bibêjin em jî hene û dengê wan û têkoşîna wan ji cîhan û civakê re ragihînin me pêdivî bi xebateke bi vî regî dît. Kovara Jinelojiyê bi ked û xebata hemû jinan hat heta roja me ya îro û îro li pêşberî xwendevanên xwe ye. Binesaziya vê sazyê gelek xurt û qehîm e. Ji ber ku ev kovar bingeha xwe ji dîroka jinan û ji têkoşîna wan a di nava dîrokê de digire binesaziya wê gelekî xwirt e. Her wiha kovar di heman demê de xelqeya herî girîng ya feminîzmê ye jî. Her wiha xbateke zanistî ya jinê ye ku bi keda gelek jinan derketiye holê. Jineolojiya ku bingeha xwe ji keda jinê ya zanista civakî digire û zanista hevpar a jinê ye jinelojî.
'Pirsgirêka azadiyê tenê ne ya jinê ye'
Em di xwazain bi vê kovarê re ji erdnîgariyên cuda yên cîhana jinên ku jiyaneke cuda dijîn û xwedî tecrûbeyên têkoşînê yên cuda ne bi niqaşên platformeke hevpar bînin gel hev. Ev pêkdiviyeke girîng e û em di baweriya ku em ê karibin ji bo vê pêdiviyê bibin pira de ne. Ji ber vê jî di serî de jin divê ku hemû hêzên demokratîk yên civakî piştgiriyê bidin vê xebata me. Divê ku pirsgirêka azadiyê tenê wekî pirsgirêka jinan neyê destgirtin ji ber ku nêrîneke bi vî awayî dê şaş be. Di encamê de jinên kurd bi nêrîneke azad ya jinê re ji hewzê zanistê yê jinê sûd girtine û bi baweriya ku ji neolitîkê girtiye pêvajoya epîstemolojiya xwe pêk anîne. Em jî dixwazin bi vê xebata kovarê re dixwazin ku ji vê pêvajoya girîng re bibin bersîvek.
'Dinava hevparên me de ji hemû cîhanê jin hene'
Divê ku bê zanîn civaka me cvakeke ku di warê niqş, proje û pêşxistina fkrî de civaka me gelekî qels e. Ger ku di vî warî de li ser civakê ev xebata me bandoreke biçûk jî bike em ê bizanibin ku ev xebata me xebateke pêwist e. Wê wê demê ev xebata me di serî de ji bo jinên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tevahiya jinên rojhilat navîn û ji bo hemû jinên li cîhanê bibe platformeke nipaşan ya ku riya azadiyê vebike. Divê xebata me de tişta ku herî zêde em girîngiyê didinê daxaza me ya ku em di warê nivîskî û zanistî de ji bo xebata jinan bibin bersîv. Wekî mînak dema ku hûn li lijneya me ya serlêdanê binêrin hûnê bibînin ku ji tevhiya cîhanê kesayetên girîng hene.
Kîjan mijar cihê xwe di kovarê de digirin?
Kovara me di hejmara xwe ya yekem de kirîza zanistacivakî û jinelojiyê digire dest. Em ê dem bi dem bi 9 endamên lijneya xwe ya weşanê re bên gel hev û ji bo her hejmareke kovarê bi mijareke cuda ya dosyayê re bi hêztir derkevin pêşberî xwendevanên xwe. Kîtleya ku em xîtabî wê bikin ji ber ku mijara me ya sereke jinelojiye ku em wê wekî projeya veguhestin û înşayê digirin dest tenê ne jin in. Lê dîsa jî daxwaza me ya sereke pêşketina jinan e. Lê dê zîhniyetga mêr ya ku bi salan e di nava civakê de hatiye rûniştandin jî dîsa dê mijara me ya girîng be. Em bi hişmendiya ku çiqad jin bi pêş bikeve dê mêr jî bi pêş bikeve de ne. Jinelojiya ku armanca wê veguhestin û pêşketina civakê ye dê bandora xwe li ser hişmendiya mêr bike wê bibe sedema azadkirina mêr jî. Ji ber ku kesê serdest ne kesê azad e.
Xebatên we yên kovarê kengî dest pê kirin?
Me ji bo derxistina kovareke bi vî rengî di gulana 2015'an de dest bi xebatê kir û pêvajoya me ya amadekariyê demeke dirêj berdewam kir. Lê ji ber hin sedemên ji hev cuda cuda vê pêvajoya amaedekariyê hinekî dirêj berdewam kir. Ji ber ku hûn jî dizanin pêşketinên siyasî û polîtîk yên li welat bandora xwe li ser hemû xebatên civakê dike. Em jî wekî parçeyekî civakê ji vê pêvajoyê bi bandor bûn. Dema ku me dest bi vê xebata xwe kir bê serî li gelek rêxistin û saziyên jinan da. Gelekên wan piştgirî dan xebatên me û me mirovên baş û qenc naskirin di vê pêvajoya xebatên xwe de. Gelek kes bi nêrîn û pêşniyarên xwe ji me re bûn alîkar. Ji ber vê jî em ji hemû kesên ku di serdema xebatên me yên derxistina kovrê de ji me re bûn alîkar sipasiyên xwe pêşkêş dikin.
Beşn we yên ku ji portre û hevpeyvînan pêk tên hene gelo?
Di vê mijarê de di hejmarên pêşiya me de dê bi taybetî li erdnîgariya ku em lê dijîn û bi giştî li Rojhilata Navîn ji bo danasîna dîorokî emê danasîna gelek protreyan bikin. Ji bo ku hem em zanista herêma Rojhilata Navîn û hem jî jinên wê yên têkoşer bidin nasîn dê xebatên me yên bi vî rengî gelek zêde bin. Ji ber ku em li ser erdnîgariya ku şoreşa derdema nelolîtîk ya bi destê jinan pêk hatiye em ê şoreşeke din ya jinê pêk bînin . Ji ber vê jî xebatên me yên ku Rojhilata Navîn ji bo xwe dikin hedef ne xebataên tesadufî ne.
Wê kovar ji çend mehan carekê derbikeve ?
Kovar wê ji 3 mehan carekê bê weşandin. Ji ber ku dema kovrên nêrîn û têgehan bi vî rengî tê amadekirin û ne pêkan e ku em karibin hîn zûtir vê kovarê biweşînin.
Girîngiya Kovara Jinelojiyê ji bo jinan çi ye?
Jinelojî wekî ku me di serî de jî bahs kir zanista jinê ye û bi vî navî bi pêş dikeve. Her wiha di heman demê de zanista jiyana civakî ye jî jinelojî. Her wiha jinelojî zanista pergala modernîteya demokratîk e. Di heman demê destwerdana li zanistêncivakî ye.
'Me jinên kurd îmze avêt binê nûbûnê'
Dîsa li hemberî hişmendiya mêrane ya civakê derketina kovara we ya di serdema 8'ê Adarê de dî sa gelek bi wateye û paradîgmaya jinê ya li hemberî hişmendiya mêrane ya civakê derdixe holê. Me xwest ku di ser dema 8'ê Adarê de em dest bi weşana kovara xwe bikin. ji ber ku kovara me dengê hemû jinên têkoşer yên li hemberî pergalê têkoşînê didin e.
'Dê xebatên me yên di warê jinelojiyê de zêdetir bibin'
Dîsa em ê bi xebatên xwe yên zanistî yên ku me ji civakê girtine em ê azadî, heqîqetr û xeyalên xwe pêk bînin. Ger ku hûn rastiyê bixwazin tişta ku em dixwazin bikin bi niqaşan gelek tiştên ku em bikin hene û di hedefa me d ne. Ji ber vê jî em hemû jinên ku bi vî rengî tevdigerin û bi vî awayî difikirin li ku dibin bila bibin bi nivîs û bi nêrênên wan em dixwazin ku wan jî li cem xwe bibînin.
'Em ji rexne û pêşniyaran re vekirî dest bi xebatên xwe dikin'
Em bi hişmendiya ku bi tena serê xwe parastina tuştekî wî tiştî rastî nade nîşandan tevdigerin. Ji ber vê jî ji bo ku em li jiyanê jinelojîk binêrin; dîvê ku em hem di warê teorî de û hem jî di warê hişmendiya jinane de bi ser bikevin bi qasî xebatê nêrîna li civakê ya rast jî ji bo me girîng e û kovara me ji hemû niqaşên cuda re vekiriye û dest b weşana xwe kiriye.
(mk)