Hêrsa jinên ku zarokên xwe windakirine li hember AKP'ê: Wê hesab bidin!
12:21
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Dayîkên kurdan yên ji ber polîtîqayên şer ê Kenan Evren û Tayyip Erdogan xizm û zarokên xwe wunda kirinê bihêrsin. Jinên li Edenê yê ku zarokên wan di encama polîtîqayên dewletê de jiyana xwe ji dest dane hêrsa xwe wiha anîn ziman: "Hûn nikarin gelê kurd bi tirsenin, berevajî wê kurd bi hêztir bibin. Dewleta AKP'ê wê hesabê vê qatlîamê bide."
Li navend û navçeyên Kurdistanê li hember şere dewletê hersa gelê kurd zêde dibe. Di salên 1990'an de li hember şerê dewletê kurdan serî netewandin, îro jî li hember tang û topên dewletê bi rêveberiya cewherî bersiv didin. Jinan gotin ku êşa duh li ser kurdan dihat meşandin îro jî berdewam dike û bivan polîtîqayên şer nikarin wan xilas bikin.
'Bila hemî cîhan zanibe ku nikarin kurdan xilasbikin'
Jina bi nave Hûsna Tekîn (66) jî ji aliyê dewletê ve xizmên xwe wunda kiriye. Hûsna ya ku di salên 90'an de zarok û xwerziyê xwe windakirine hêrsa xwe wiha anî ziman: "Em wek dayîk hertim hevîyên azadî û aştiyê dikin. Dilê me şewitiye, bila dilê tu dayîkên dî ne şewitê û têkoşîna me berdewam bike. Me wek xwişk û bira li wan mêze dikir, lê wan bi çavên 'terorîst' li me mezê kir. Li ser navê qedexa derketina kolanan kurd bi hovane qatilkirin. Ciwanên me li ber çavên me bi hovîtî hatin qetilkirin, benzîn bi ser wan de kirin û şewitandin. Ev çi biratî û mirovahiye. Êdî bese şiyar bibin, zarokên me li ber çavan tên şewitandin. Bila hemî cîhan zaninbe kurd tucar xilas nabin."
'Duh me li berxweda emê îro jî li berxwe bidin'
Jina bi nave Yildiz Tekîn (45) jî wek dayîka Hûsna xwişk û xwarziyê wê ji aliyê dewletê ve hatine wunda kirin. Dayîk Yildiz da zanîn ku li Kurdistanê dilê hemî dayîkan şewîtiye û wiha berdewam kir: "Çiqas me got bila kes nemire, dewletê hîn bêtir em qatilkirin. Me bi dehan caran bangî dayîkên polîs, leşkeran kir 'werin em bibin yêk dil, lê tukes denge me ne bihîst, mirin û qatlîam berdewam kirin. Bedena jinan li kolanan tê teşîrkirin, jinan bi bedena wan di tirsînin û bi hovane qatildikin. Dewlet ji hêza jinê ditirse, ji loma bedena wan teşîr dikin û hêza jinê di termisînin lê serkeftî nabin bi van polîtîqayan. Em wek jinan ne biyaniyê van bûyerên polîtîqayên şerin. Me çawa duh li ber xwe dida emê îro jî berxwedana xwe berdewam dikin."
'Emê hesabê van qatlîaman bi pirsin'
Jina bi navê Zeynep Taşdelen (50) jî êşa windakirina weledan ditiye.... Zeynep got ku dewletê polîtîqayên şer li ser gelê Kurdistanê xistine dewrê û got: "Ez bangî dayîkên şehîdan dikim werin em bi hevre qatlîama li Cizîrê şermezar bikin. Li Cizîrê ciwan yanî mirovahî sax bi hovane qatilkirin, werin em bi hev re qatlîmê şermezar bikin. Hûn nikarin me bi van hovîtiyan bi tirsînin, lê berevajî em bi têkoşînê zêde dibin, bila vê zanibin. Dê dewlet hesabê van qatlîmên ku li ser kurdan meşandiye bide."
(dt/zt)