Li gorî daneyên Tirkiyeyê heqdestê jinan ji yê meran kêmtir e

12:21

JINHA

ENQERE - Saziya Istatistîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) ya ku daneyên di warê çandiniyê yên 2015'an aşkerakir, diyar kir ku li gorî ku jin bi qasî mêran dixebitin jî heqdestê wan ji yê mêran kêmtir e.

TUÎK'ê daneyên xwe yên heqdestê yên 2015'an ên hêza çandiniyê aşkera kir. Li gor daneyan heqdestê kedkarên demsalî yên rojane ji sedî 8,9 zêde bûn û derketin 52 lîreyan. Yên kedkarên daîmî jî heqdestên wan wekî ji sedî 19,3 zêde bûn û derketin hezar û 532 lîreyan.

Heqdestê kedkarên jin ji yên mêran kêmtir e

Li gorî daneyên ku hatin aşkerakirin heqdestê jinên kedkar ên demsalî rojane ji sedî 13,3 zêde bû û derket 46 lîrayî, lî gorî vê heqdestê kedkarên mêr ên demsalî ji sedî 9 zêde bû derket 59 lîrayî. Ji bo kedkarên daîmî yên jin jî ev rêje mehane ji sedî 10,2 zêde bû û derket 1332 lîrayî. Ev rêje ji bo kedkarên daîmî yên çandiniyê yên mêr jî mehane ji sedî 19,8 zêde bû û derket 1563 lîreyan.

Heqdesta herî kêm ji bo kedkarên jin 31 lîra

Di kargehên çandiniyê de li Orduyê ji bo kedkarên jin 63 lîra û ji bo kedkarên mêr yên demsalî jî 83 lîra ye. Heqdesta herî kêm jî ji bo kedkarên demsalî yên ku li kargehên konyayê dixebitin ên jin 31 lîra ye û ji bo kedkarên mêr yên demsalî jî 40 lîre ye.

Mehane ji bo kedkarên jin 1.500 lîre ji bo kedkarên mêr a 2 hezar lîre tê dayîn

Her wiha mehane ji bo kedkarên daîmî yên jin ên çandiniyê 1.500 lîre tê dayîn û ji bo yên mêr jî 2002 lîre pere tê dayîn. Heqdesta herî kêm jî li mêrsînê ji bo jinan mehane 1017 lîre û ji bo mêran jî 1175 lî re li Dîlokê tê dayîn.

(mk)