Jinên Hesekê perwerdeya parastina cewherî bidawî kirin
13:01
JINHA
HESEKÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star, Yekîniyên Parastina Cewherî perwerdeya parastinê ya 40 jinan bidawî kir. Di merasîmê de jinên serkeftî hatin xelat kirin.
Bi pêşengiya Kongreya Star, Yekîniyên Parastina Cewherî (YPC) perwerdeya bikaranîna çek û rêbazên parastina cewherî jibo 40 jin hat dayîn. Jinên ku ji pêkhatiyên Ereb û Kurd beşdarî perwerdê bûn û eleqeyek mezin nîşan dan. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê despêkir û dûvre endama Kongreya Star û endamên perwerdeyê giringiya tevlîbûna her jinekê ji perwerdeyên parastina cewherî re anîn ziman. Di merasîmê de de Rêvebera Kongreya Star a bajarê Hesekê Medya Şişlî serkeftina perwerdê li tevahî jinan pîroz kir û qala girîngiya perwerde û parastinê kir. Medya di berdewamiya axaftina xwede got, "Pêwîste her jineke azadîxwaz bi vînek xurt tevlîbûna xwe ji perwerdeyên parastina cewherî re bide çêkirin. Ji ber parastina ax bi mînakên jinên leheng pêk tê. Lewma divê despêkê perwerdeya xwe bibîne û li gorî wê tevbigere."
Necah Mihemed a ku tevlî perwerda xwe parastinê bibû, kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna perwerdê û fêrbûna bikaranîna çek anî ziman û wiha got: "Ez wekî jineke bi fikir û ramanê Rêber Apo bawerim, min tevlîbûna xwe ji perwerdeyê re da çêkirin da ku ez di warê parastina civakê de tevkarî bikim."
Ezîze Silêman jî derbarê perwerdê de hestên xwe wiha bilêvkir, "Jin di hemû qadan de xwedî vîneke xurt e, di qadên siyasî, civakî û leşkerî de dikare hêz û vîna xwe derxe holê û tiştên bedew biafirîne. Jin dikare bibe dayîk, rêveber û şervaneke di çeperên şer ên herî pêş de jî. Jinê bi felsefeya Rêber Apo rêya azadiya xwe û xelaskirina ji koletiyê nas kir, ev yek jî bû sedema derxistina hêza wê ya bi hezarên salan veşartî."
Di dawiya merasîmê de, Kongreya Star wêneyên qehremanên jin diyarî endamên perwerdê kirin û merasîm bidawî bû.
(ee/hs/rc)