Remziye ya li nava Surê: Bê navber êrîş hene divê îro dorpêç bê rakirin

13:18

JINHA

AMED - Ji sivîlên ku li Sûrê di bin dorpêç û êrîşan de asê mane Remziye Tosun gotina "Roj roja xwedîlêderketina berxwedanê ye" bi kar anî û banga xwedîlêderketina berxwedanê li gelê Amedê kir.

Li navçeya Sûrê ya Amedê nêzî 200 sivîlên ku di bin dorpêç û êrîşan da asê mane ji wan Remziye Tosun diyar kir ku bombebaran her diçe zêdetir dibe. Remziye bilêv kir ku avahiyên ku mirov tê de ne tên bombebarankirin û banga xwedîlêderketina berxwedanê li gel kir û gotina "Roj roja xwedîlêderketina berxwedanê ye" bi kar anî û xwest ji bo pêşîlêgirtina qatlîamê hemû kes beşdarî meşê bibin. Remziye wiha got: "Li vir zarok û êxtiyar hene. Ez bawer dikim ku dê gelê Amedê îro bersivê bide van êrîşan. Ji bo vê yekê divê hemû kes beşdarî meşê bibin û xwedî li berxwedanê derkevin."

(zt)