Ji jinên Çewlîkê banga 8 Adarê
13:31
JINHA
ÇEWLÎK- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Çewlikê tevahî jin dewatê meş û panela ku bê li darxistin hat kirin.
Aktivîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Çewlîkê banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Adarê kirin. Hevseroka DBP'a Çewlîkê Zeynep Yurtsever got, "Di pêvajoyek wiha de berpirsyariyên mezin dikeve ser milê me. Dem dema cih girtina ligel jinên berxwedêre." Zeynep da zanîn ku divê jin ji bo civaka demokratîk bi nasnameyê xwe a xweser bibe yek û wiha domkir, "Wekî her şerî îro Rojhilata Navîn jî veguheriya gola xwînê û berdêlên herî mezin jin car din didin. Ev ne tenê pirsgirêkê Rojhilata Navîne. Komkujî û tecewizên ku pêk tên, tevahî cîhan berpirsyare. Heya ku pêşî li komkujî û tecewizan neyê girtin ew ê belavî erdnigariyên din bibe û gelek kesên xwe jê dûr dibînin, dê bibin hedef. Ji avakerê jiyan û jinên berxwedêr re silav. Tenê bi hêza jin em dikarin ji vê tarîtiyê derên û azad bibin." Zeynep di dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku tevlî panêla ku li Navenda Çandê a Şaredariyê pêk were ku wê Parlementera HDP'a Stenbol Huda Kaya jî tevlî bibe kir. Her wiha banga tevlîbûna meş û daxuyaniya ku di 4'ê Adarê de li ber avahiya HDP' pêk were kir.
(rc)