Derdora Hezexê ji hewa de tê bombakirin

13:47

JINHA

ŞIRNEX - Derdora Hezexa ku lê şer giranbûye ji hewa de bi balefiran tê bombakirin.

Li navçeya Hezexa Şirnexê hêzên dewletê di 16'ê Sibatê de rêveberiya awarte îlan kirin. Qedexeya kolanan û dorpêça navçeya Hezexê ket roja 16'emîn. Piştî rêveberiya awarte hêzên dewletê taxan û malan bombe dike û xaniyan xera dike. Li aliyê din balafirên şer ên F-16 ên TSK'ê çoltarên gundê Hedil û Îvanê bombe dikin.

Hat zanîn ku Balafirên şer ên F-16 herêma gundên Xelila û Dinarê yên Kerborana Mêrdînê jî bombe dike. Rojên borî jî helîkopterên kobra Geliyê Cehennemê bombe kiribûn û 12 kes qetil kiribûn.

(zt)