Jinên Fransayê ji bo 8 Adarê hatin Kurdistanê
14:15
JINHA
AMED - Jinên ku ji Fransayê ji bo beşdarî bernameyên 8'ê Adarê bibin hatin Kurdistanê bi jinên KJA'yê re hatin cem hev.
Jinên ku li Fransayê di organîzasyona ji bo piştevaniya Kobanê jî nav de di organîzasyonên cuda de cih digirin ji bo beşdarî bernameya 8'ê
Adarê yên li Amed, Wan, Riha û Mêrdînê bibin hatin Amedê.
Jinên ku ji aliyê Komîsyona Dîplomasiyê ya KJA'yê ve hatin pêşwazîkirin diyar kirin ku ew ji bo li dijî hêzên mîlîtarîst ên hemberî jinan yên li
Kurdistanê têbikoşin bi KJA'yê re di nava piştevaniyê de ne. Jinan diyar kirin ku KJA ya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî tecrubeyekî
girîng e û ji bo vê tecrubeyê ji hemû cihanê re ragihînin dê torên xwe agahdar bikin.
Jinan diyar kirin Meşa Jinan a Cihanê, Kongreya Jinan ya Cihanê û di berxwedana Rojava de KJA'yê têkoşînekî girîng daye Piştî hevdîtina li
vê derê jinên ku hatine dê biçin serdana HDP û DBP'ê.
(rc)