Ji bo jinan xizmeta tenduristiyê hat dayîn
14:38
JINHA
WAN - Navenda Jiyanê ya Rojîn a ku di bin banê Muduryeta Xizmetên Jinan û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de xizmeta xwe didomîne ji bo jinan semînera tenduristiyê da.
Muduryeta Xizmetên Jinan û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo jinan semînera tenduristiyê da. Semîner ji bo jinên ku li Navenda Jiyanê ya Nûjîn şagirtiya berik, tekstî û hunera desta dikin ji aliyê xebatkara Navenda Jinê ya Nûjîn ku di bin banê Muduryeta Xizmetên Malbatî û Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebite Çîgdem Altunoglu ve hat dayîn. Çîgdem ji bo jinan der barê lênêritina beriya helmebûnê, penceşêra memikan û teşhîsa zûde agahî dan şagirtan.
Her wiha piştî Semînerê ji bo jinan pakêtên ku di wan de alavên lênêrtinê hebûn hatin dayîn.
(mk)