Çîmen Tankan hat oxir kirin

15:37

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Çîmen Tankan a li Cizîrê hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî li Silopiyayê hat veşartin.

Ji mirovên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyê Çîmen Tankan a li Saziya Tipa Edlî ya li Silopiyayê hat teşxîskirin, li Silopiyayê hat veşartin. Cenazeyên Çîmen Tankan, Îsmaîl Çetîn, Mûrat Erdîn û Hasan Tag ên hatin teşxîskirin anîn Mizgefta Mekke ya li taxa Yenîşehîr a Silopiyayê û li vir wecîbeyên olî bi cih hatin anîn. Piştre cenazeyên Mûrat, Îsmail û Hasan ber bi Cizîrê ve hatin şandin, cenazeyê Çîmen jî bi wesayîta cenaze birin Goristana Şehîtlîk a li taxa Yenîşehîrê. Bi sedan kes bi wêneyên Çîmen li pişt wesayîtê meşiyan. Di dema meşê de bi dehan maşînên zirxî yên polîsan dor li mizgeft û goristanê girtin. Girseya gel piştî meşê, cenazeyê Çîmen li ber duayan veşartin. Di dema veşartinê de dayika Çîmen got, "Ewlada min hêdî bispêrin axê, bila nêşe."

Piştî veşartina cenaze, girseya gel ji goristanê derket lê, maşînên zirxî pêşî li wan girt. Polîsên Tirk li wesayîtên mirovên tevlî merasîmê bûn, geriyan.

(rc)