Ev 18 roj in dayik di çalakiyan de ne: Bila mutabakata Dolmabahçeyê pêk bê

15:38

JINHA

STENBOL - Çalakiya Dayikên Aştiyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo ku mutabakata Dolmabahçeyê bê pêkanîn hatibû destpêkirin di roja 18'emîn de berdewam kir.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya ku bi şîara "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û "Bila mutabakata Dolmabahçeyê bikeve meriyetê" her roja çarşemê li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiyê pêk tînin vê hefteyê jî çalakiya xwe di roja 18'emîn de berdewam kirin. Di çalakiya ku pankartên bi nivîsên "Em dayikin kurd in, laz in, çerkez in û ereb in lê em dayk in", " Wê dayik destûrê nedin şer" hatin hilgirtin de , dowîzên bi nivîsên "Li gorî mutabakata Dolmabahçeyê tevbigerin", "Em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin", "Bila tecrît rabe û muzakere bên kirin" û "Jin şer naxwazin" hatin vekriin.

'Bila dayik di 8'e Adarê de dakevin kolanan'

Zubeyde Înce ya ku li ser navê dayikan daxuyanî xwend wiha got: " Çi bû ku mutabakata Dolmabahçeyê hat qulipandin? Dibe ku zarokên we leşker, kedkar, an jî pitik be. Lê em tu cudahiyê naxin nava rondikên dayikan." Zubeydeya ku bi riya daxuyaniyê bal kişand ser 8'ê Adarê wiha got: " Çerxa cîhanê li ser pişta jinan dizîvire. Heta ku pêvajo di rojevê de bû tu cenaze nehatin. Çi ma her roj zarokên me li ser vê axê tên kuştin? Li Cizîrê cenaze nayên naskirin. Wê dîrok vê hovîtiyê lanet bike. Ev şerma me hemûyan e. Daxwaza min ew e ku di roja 8'ê Adarê ya vê salê de hemû dayik dakevin kolanan û ji bo aştiyê têbikoşin."

Dê dayik di hefteyên pêşiya me de jî çalakiyên xwe bidomînin.

(mk)