'Emê bi giyana jinên berxwedêr li qadan bin'
16:12
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8'ê Adarê Roja jinên Cîhnê dê li hemû navend û navçeyên Kurdistanê çalakî bênlidarxistin, ji bo hemû jinan banga daketina qadan hat kirin.
Do çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi pêşengiya KJA yê li Çaldirana Wanê sînevizyon hat pêşandan û daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di navê de Hevseroka DBP'a navçeyê Şirvan Şahin, endama KCD'ê Ebru Atabay, Hevşaredara navçeyê Suna Atabay jî heyî gelek jin lihevkombûn. Piştî pêşandana sînevizyonê jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li ber avahiya navçeyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku têde jinan dem dem diruşmên weke "Jin jiyan azadî" û "Bijî Berxwedana Surê" bilindkirin de Hevseroka DBP'a navçeyê Şirvan Şahin daxuyanî xwend û got; "Li ser erdnîgariya ku bi çanda xudawendan lê serwer herî zêde jinên kurd li mîrasê 8'ê Adarê xwedî derketine. Ev hemû bi saya nirxê ku Rêber Apo dayî tekoşîna jinane. Bi jineolojiyê tekoşîna jinên kurd a azadiyê gerdunîbûye. Tekoşîna me bêguman bi saya tekoşîna Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez, Fidan Dogan, Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar an gihiştiye vê astê. Bi vî awayî 8'ê Adarê tenê di rojekê de nemaye û her roj bûye sedema bilindkirina tekoşînê."
8'ê Adarê li Lîcê jin li qadanin
Jinên Lîcê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê de 5'ê Adarê mitîng lidardixin, ji bo beşdariya mitîngê banga tevlîbûnê li jinan kirin. Endama Meclisa Şaredariya Lîcê Meltem Şenyuz daxuyanî xwend û diyar kir ku dewlet bi bêmafî qedexeya derketina derve li ser herêma Kurdistanê disepîne û jinên rêxistinkirî qetildike.
'Emê bi giyana jinên berxwedêr li qadanbin'
Meltem bilêv kir ku dê bi giyana jinên berxwedêr li qadanbin û wiha domand: "Jinan sax dişewitînin û li kolanan bedenên wan ji bo tehşîrkirinê tazî dikin. Em polîtîkayên qirêj ên ku jinan hedef digire napejirînin. Emê di pêvajoyek wiha de bi giyana jinên tekoşer li qadanbin."
Li Mêrdînê 'Kapmus Pîraboka' ji bo 8'ê Adarê kermes vekirin
Li ber Fakulteya Zanîna Wêjeyê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê di çarçova 8'ê Adarê de 'Kamusa Pîrabokan' kermes vekirin. Di kermesê de pankartên weke "Jin jiyan azadî", "Roja Jinên Cîhanê li Pîrabokên Kampusa Zanîngeha Artukluya Mêrdînê pîrozbe", "Em jin ne namusa kesêne" û "Dema jin azadbe mirov azadibe" vekirin. Di kermesê de hunerê keda destê jinan hatin pêşkêşkirin, dê dahata wê jî ji bo Pîrabokên Kampusê bê xebitandin.
Jinên Çinarê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
Têkela KJA yê ya Çinarê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de wê sibê li Parka Meydana Bajêrk dê şahî lidarbixin. Ji bo tevlîbûna şahiyê û çalakiyan jin li nava bazarê geriyan, esnaf ziyaret kirin û belavok belavkirin. Di navê de Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz, Hevseroka DBP'a Çinarê Hayat Akyol û xebatkarên Navenda Jinan Jînwarê jî di navê de gelek jin ji saetên serê sibê ve li nava taxan geriyan û li nava bazarê jî esnaf ziyaret kirin.
Dê di çalakiya ku dê sibê li Parka Meydana Bajêr bê lidarxistin de Parlementera HDP'ê Feleknaz Uca û Hevseroka DBP'ê ya Navenda Amedê ya berê Zibeyde Zumrut jî weke axaftvan amadebibin.
(zt)