Polîsan li dijî jinên xwendekar şîdet bi kar anî û bi erdê ve kaş kirin

16:13

JINHA

ENQERE - 2 jê jin 6 xwedekar di protesto kirina operasyona qirkirina siyasi ya ku li hemberî Partiya Şoreşgeran ji aliyê dewletê ve hatibû kirin hatin girtin. Polîsan li dijî jinên xwendekar şîdet û peyvên zayendperestî bi kar anî û li hemberî nûçegîhanên JINHA û DÎHA'yê ku dîmenan digirtin gef xwarin.

Xwendekarên endamên Partiya Şoreşgeran ji bo protestokirina operasyonên li dijî partiyên wan caddeya Ziya Gokalpê ji trafîkê re girtin. Xwendekarên ku xwe di tabela trafîkên di her du hêla rê de ne bi zîncîran girê dabûn rastî êrîşên polîsan hatin. Polîs li dijî xwendekarên jin şîdet û peyvên zayendperestî bi kar anîn û bi erdê ve kaş kirin. Di encama êrîşên polîsan de 2 jê jin 6 xwendekar hatin binçavkirin.

Polîsan nûçegihan û welatî tehdît kirin

Di dema êrîşên polîsan de welatiyên derdorê polîsan protesto kirin. Li ser vê yekê polîsan li dijî welatiyan û nûçegîhanên JINHA û DÎHA'yê gef xwarin. Polîsan xwendekaran birin Qarakola Polîsan a Çankayayê.

(ea/zt)