Dayikên ku ji bo Sûrê ketin rê: Em ê bedena xwe bikin mertal
16:24
JINHA
AMED - Ji bo Sûra Amedê ya ku ev 92 raj in di bin dorpêçê de ye ji bo meşa ku dê di 16. 00'ê de bê kirin ji navçeyên Amedê û ji balarên derdorê gelek welatî hatin cem hev. Dayikên ku ji bo Sûrê ji Êlihê bi ketin rê gotin, "Em ê bedena xwe bikin mertal."
Ji Êlihê îro gelek kes ji bo ku tevli meşa ku ji bo dorpêça li ser sûrê tê lidarxistin bibin ber bi Amedê ve bi dirûşma "Bijî berxwedana Sûrê" bi rê ketin. Dayikên ku ji Êlihê bi girseya gel re bi rê ketin wiha gotin: " Em ê nehêlin ku Sûr bibe mîna cizîrê, ji bo ku em dewletê şermezar bikin û em rê li ber komkujiyan bigirin."
Ji navçeya Pîranê jî gelê ku li ber avahiya şaredariyê kom bû bi wesayitan ber bi Sûrê ve bi rê ket. Piştî ku wesayit ketin ser rê di derketina navçeyê de polîsan barîkat danîn û derbasbûna gel asteng kirin. Lê bi israra gel ler barîkatin hilanîn û hat gotin wê bi rûhê Şêx Seîd dorpêç bê şikandin.
Li Bismilê jî gel berê xwe da Sûrê û bi rê ket. Gelê Bismilê yê ku li Êlihê tirenna ku diçû Amedê sekinand tirên dagirt û ber bi Amedê ve ket rê. Her wiha gel li Êlihê rawestegeha otobusan jî kir û gelek kes jî bi wesayitên xwe ketin rê.
Gelê Farqînê jî ber bi Amedê ve ket rê. Welatiyên kul i ber şaredariya ya Farqînê û avahiya HDP'ê kom bûn ber bi Amedê ve ketin rê û gelek kesî bi wesayitên xwe ber bi Amedê ve bi rê ketin. Di derketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve nokteyên kontrolê hatin avakirin û hemû welatî di kontrola GBT'ê re hatin derbaskirin.
Her wiha ji navçeyên navendê yên Amedê yên wekî Peyas, Baglar û Yenîşehirê jî gel ji 13 hêlan ve hat cem hev û ber bi sûrê ve ket rê.
(mk)