Jinan li Dersîmê ji bo aştiyê çira vexistin û niyaz belav kirin
16:44
JINHA
DÊRSIM - Jinên Dersîmî li Jara Gola Çeto çira vexistin û banga dawîkirina qatlîaman kirin.
Jinên endamên Komeleya Elewiyan a Demokrat a Dersîmê (DAD) bi munesebeta Çarşema reş a ji bo Elewiyan bi wate tê dîtin roja mîzgîniya biharê li Jara Gola Çeto çira vêxistin û niyaz belavkirin. Jinên endamên (DAD) ê, Jinên Meclîsa Şaredariya Dêrsimê, nunerên partiyên siyasî û gelek jin jî tevlî çalakiya Jara Gola Çeto bûn.
Li ser navê jinan endama DAD'ê Ayten Şimşîr axivî û got ku, piştî Kerbela îro jî li Sur, Cizîr, Silopî û Nisêbînê mirov tên qatilkirin û wiha berdewam kir: "Em hatin li maqamê Xizir Jara Gola Çeto emê çirayên aştiyê vêxin. Me dua û niyazên xwe ji bo aştîyê kirin."
Piştre bi zimanê zikmakî dayîka Sakîne Ertugrul bangî dayîkan kir û wiha got: "Banga me ji hemî dayikan re bila bê deng nemînin, bila ev qetilkirin bi dawî bibin." Paşê jî jinan çirayên ji bo aşiyê vêxistin û niyaz belav kirin.
(dt/zt)