Hevşaredar Safure Gûneş serbest hat berdan

16:53

JINHA

WAN - Hevşaredara Bêgirê Safûre Guneş a di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.

Hevşaredara navçeya Bêgira Wanê Safûr Guneş danê sibehê di serdegirtina malan de hat binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan şandin dadgehê. Piştî îfadegirtina li dozgeriyê, Safûre bi parvekirina wêneyê Arîn Mîrkan û Rêberê PKK'yê Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yî facebookê parvekir û bo vê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" ew sewqî dadgehê kirin. Safûre ji aliyê heyeta dadghê ve bi şertê venêrîna adlî serbest hat berdan.

(zt)