'Dîcle, ji bo azadiyê berê xwe da Enqerê'

17:44

JINHA

STENBOL- Endamên KJA, HDP û HDK'ê Dîcle Delî ya ku di qetlîama Enqerê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wê bi bîr anîn. Jinan diyar kirin ku Dîcle bûye zaroka têkoşîna azadiya Kurdistanê û ji bo azadiyê berê xwe daye Enqerê.

Endamên KJA, HDP û HDK a Zeytînburnuya Stenbolê Dîcle Delî ku di qetlîama Enqerê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wê bi bîr anîn. Welatiyên ku hatin Goristana Sîlîvrîkapiyê qurnefîl danîn ser gora Dîcleyê. Çalakî piştî deqeyek rêz girtinê li hemberî kesên ku li têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Di çalakiyê de berdevka KJA yê Zeytînburnuyê Zeynep Çavgun diyar kir ku ew ê şopdarên hevalên xwe yên aştîxwaz bin û wiha got: "Em bi nêzîkbûna 8'ê Adarê de ji hemû jinan re soza anîna aştiyê bînin, didin. Têkoşîna jinan dê şerê qirêj têk bibe." Piştî axaftina Zeynep, Hevseroka navçeya Zeytînburnuya ya HDP'ê Zeynep Tektaş jî bal kişand ser çûyîna Dîcleya Enqerê û wiha axivî: "Dîcle ji bo aştî û azadiya jinan çû Enqereyê. Zihniyeta zilam a serwer xwe bi xwînê xwedî dike. Dewlet êdî ne yek bi yek, bi komî qetil dike. Kurdan bi saxî dişewîtînin." Zeynep di dawiya axaftina xwe de soza bilind kirina têkoşîna jinan da.

'Dîcle bi dil û ramanê xwe têkoşiya'

Piştî axaftina Zeynep dayika Dîcle Sînem Delî axivi û bi lêv kir ku Dîcle ji aliyê herkesî ve dihat hezkirin û ev tişt anî ziman: "Keça min tu zirarê ne didan kesî, bi dil û ramanê xwe têdikoşiyan. Ez bê Dîcle nikarim bikim. Hîn bawer nakim. Sê roj û sê şev di şoqê de bûm. Dema dabestê anîn min bawer nekir. Min hêvî dikir ku ne rast be. Lê min nêrî ku li wir wisa radikeve."

Herî dawî berdevka navçeya Zeytînburnuya HDK'ê ya Fîlîz Ozçakir da zanîn ku Dîcle bûye zaroka têkoşîna azadiya Kurdistanê û bi axaftina ji bo azadiyê berê xwe da Enqerê bi bîr anî. Çalakî piştî bi xwendina helbesta ku ji aliyê rêveberê navçeya Zeytînburnuya HDP'ê Murat Yuce ku ew jî di qetlîama Enqerê birîndar bûbû, ji bo kesên di qetlîama Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn nivîsandibû bi dawî bû.

(ea/zt)