Li ber Sûrê pevçûnên dijwar
17:45
JINHA
AMED - Têkoşîna gel ya ji bo ku komkujî pêk neyê berdewam dike.
Li Ofîs û li ber Sûrê li aliyekî êrîşê dijwar li ser gel pêk tên û li aliyê din jî gel bi dirûşma "Tolhildan" meşa xwe berdewam dike. Li ser bajêr helîkopter digere. Li gel êrîşên polîsan yên bi ava şid û bombeyên gazê gel dest bi têkoşînê kir. Barîkatên polîsan ên li Deriyê Çiyê ji aliyê gel ve hatin hilweşandin.
Bi hezaran kesên ku maskeyên li ser wan wêneyên kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin hebûn bi awayê komî hel didin ku bikevin Sûrê. Gelê ku ji Baglarê bir ê ket gîhaşt ofîsê. Li ser gelê ku ji ofîsê ber bi barîkatên li Sûrê birê ket êrîşên dijwar ji aliyê polîsan ve tên kirin û li ofîs û Deriyê Duçavî şer berdewam dike.
(mk)