Li Serhedê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
18:19
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serhedê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn. Jinên li Wan, Agirî, Bedlîs û Erzromê hatinbahev 8'ê Adarê silavkirin û diyarkirin ku dê li her qadê çalakiyan bi rengê berxwedanê mezin bikin.
Li Serhedê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn. Jinên li Wan, Agirî, Bedlîs û Erzromê hatinbahev 8'ê Adarê silavkirin. Li navenda Wanê bi silavkirina 8'ê Adarê starta çalakiyan hat dayîn. Li Erdişê jî bi pêşengiya KJA yê pêşangeh hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên jinên di êrîşên dewletê ser hêrên Kurdistanê de jiyana xwe jidestdayîn hatin pêşandan. Di pêşangehê de keda destê jinan a Atolyeya Buka Baranê a Keda Jinan hat pêşkêşkirin. Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezel, endamên KJA yê û gelek jin tevlî çalakiya pêşangehê bûn. Kincên jinên beşdarî çalakiyê bûn balkêşbûn. Di pêşangehê de pankarta "Dê berxwedana jinan şerê mêran binbixe" hatibû vekirin. Wêneyên jinên siyasetmedarên kurdên li Paris û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin vekirin.
'Emê bi rengê tekoşîna jinan li qadabin'
Hevseroka Erdişê Guler Avci di çalakiyê de daxuyanî xwend û diyar kir ku mêr ji hêza jinan ditirsin, ji bo wê jî dê bi rengê berxwedana jinan li qadanbin. Nameya ku ji Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Seval Çadirci û Hevşaredara Erdişê Diba Keskin ên li Girtîgeha Sincana Enqerê hatî şandin hat xwendin. Paşê jî jinan diruşmên weke "Jin jiyan azadî" û "Bila destê dirêjî jinan bibin bişkên" berzkirin. Piştî axaftinan keda destê jinan hat pêşkêşkirin. Jinan koma erbaneyê pêşkêş kirin. Paşê jî ji bo mitînga 5'ê Adarê dê li Wanê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.
AGIRÎ
Li Agirêyê di pêşengtiya KJA’ê de jin kom bûn, li pêşiya avahiya şaredariya ‘Kar Hani’ heta Fetlanokê ketin meşê. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî meşê bûn. Bi sedan jinên ku di nav de hevşaredara Agiriyê Mûqades Kûbîşay û parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdermîr jî beşdar bû, jinan wêneyên jinên siyasetmedar ên li Parîsê û Silopyayê hatin qetilkirin hilgirtin. Di meşa ku bi rengên kesk, sor û zer xemilî de dirûşmên “Jin,Jiyan, Azadî”, “Bijî Berxwedana Sûrê” bilind bûn û li gel erbaneyan helbest gotin. Di aktivîteyê de hûnermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Meral Tekçe helbest gotin, di meşê de 2 ciwan hatin binçavkirin.
BEDLÎS
Li Bedlîsê jî aktîvîstên KJA û xebatkarên jin ên Şaredariya Bedlîsê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li navenda bajêr qûrnefîl belav kirin. Jinan têkîldarî wateya 8’ê Adarê bi derdora re agahî parve kirin, 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin.
ERZIROM
Li navçeya Tekman a Erziromê, di pêşengiya jinên KJA’yî de tevî hemû astengiyên polîsan li avahiya Şaredariya Tekmanê konferans hat lidarxistin. Di Konferansê de endamên Kongreya Civaka Demokratîk, KJA, Parlamentera Mûşê Bûrçû Çelîk Ozkan û gelek jin amed bûn. Di konferansa ku têkoşîna jinê û xwerêveberî hatin vegotin de Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan axaftinek kurt kir, wiha got: “Li Rojava, Kobanê jinan ji şoreşê re pêşengtî kirin û dîrok nivisîn. Îro em heman dîrokê li Cizîr, Sûr û Silopiyayê dinivîsin.”
Aktîvîte bi stranan bi dawî bû.
(zt)