Li Trabzonê 'Festîvala Hevpariya Jinan'

18:47

JINHA

TRABZON - Caza jin ên Trabzonê gotin ku di van rojan de qirkirina zayendî berdewam dike û ew bi pirzanebûn û hêza jinê bawerin û wiha berdewam kirin: "Wê cara yekem li Trabzonê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi durişmên "Weke jinan jiyan bike" bê pîrozkirin. Wê Festîvala 1'emîn a Hevpariya Jinan pêk bê û 4-5-6'ê Adarê li Mala Hunerê ya Trabzonê berdewambike.

Wê roja 8'ê Adara îsal li Trabzonê destnîşan bavêjin binê festîfalek dîrokî. Wek Koma Caza Jinan, rexistinên civakên sivîl, akademîsyenên jin hûnermêndên jin tevlî festîvala hevpariya jinan bibin û cara yekem festîfalek wiha bê pîroz kirin. Jinan bi durişmên "Wek jinan bijî" wê roja 4-5-6 ê Adarê di Festîvala Hevpariya Jinan a 1'emîn bê li darxistin û banga tevlî bûnê hat kirin.

Di banga metna Koma Hevpariya Jinan a Caza ev hatin gotin ku ew bi hêza jinê û pirzane bûna jinê bawerin û wiha berdewam kirin: "Cîhan li ser keda jinê ava dibe, tiştên ku jinan di dîrokê de dinivîsin wê wijdanê sîstemê bi guhere. Em zanin jin wek şertên jiyanê dijî û wek dada civakî, demokrasî, xweza, wek hevî û wek bê şidetî di xwazin wek jine bijîn. Li Trabzonê dibêjin kesên ku wek mîstîk, xerab û bi zimanê hêremî 'caz' tê gotin. Çiqas em mêzin dibin bi gotina çaprast tên dîtin. Ji bo ku çiqas me mafê xwe xwest em wek pîrabok îlan kirin. Ev nav me qabûl kir. Caz ji bo me gera mafê xwe, jiyana ku ji mere birîn bibêjin bi sekina, jiyana ku em dixazin avabikin, pirsiyariya me a jiyanê ye. Bi kurtayî hêviya jiyana ku em dikin bijîn. Ji loma me navê caz qabûl kir. Em hemî kesî dawetî festîvalê dikin."

(dt/zt)