Li Silopî 6 cenaze hatin heşhîskirin

18:56

JINHA

ŞIRNEX - Ji cenazeyên ku piştî qatlîama Cizîrê anîn ATK a Sîlopiyê yek ji wan zarok cenazeyê 6 kesan hatin teşhîskirin û teslîmî malbatan hatin kirin.

Li navçeya Cizîrê cenazeyê welatiyên ku hatin qetilkirin û ji wan hin caneze anîn Seziya Tiba Edlî ya Deriyê Sînor ê Xabûrê ji wan cenazeyên Abbas Gullubahçe, Azad Yilmaz, Agît Kuçuk, Harun Barin, Dogan Çaliş û Hakki Kulteyê 13 salî piştî testa DNA hatin teşhîskirin. Cenazeyên ku hatin teşhîskirin teslîmî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê Abbas Gullubahçe dê li gundê Bogazkoy a Motkiya Bedlîsê, yê Dogan Çaliş li gundê Qasrîk a navçeya Hawêl a Sêrtê, Agît Kuçuk, Azad Yilmaz, Harun Barin û Hakki Kulte jî li Cizîrê bên definkirin.

Li aliyê din cenazeyê Sahîp Edîn ê ku îro li Cizîrê hate dîtin jî anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê.

(kom/zt)