'Jin di 1850'an de di fabrîqê de îro jî li Cizîrê hatin şewitandin'
19:42
JINHA
STENBOL - Hevbirkên KJA'ya Stenbolê di çerçoveyan çalakiyên 8'ê Adarê de panela jinolojî pêk anîn. Jinên di panelê de axivîn diyar kirin ku jin her tim di nav civakê de hatiye îstîsmarkirin. Jinan da zanîn ku jin di 1850'an de di fabrîqeyan de hatine şewitandin lê roja me ya îroyîn de jî li Cizîrê hatine şewitandin.
Çalakiyên hevbirkên KJA'ya Stenbolê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didomin. Endamên KJA'yê ku li Cemeviya Gaziyê hatin gel hev panela jineolojiyê pêk anîn. Endama KJA'yê Asiye Yilmaz axaftina xwe ya panelê de diyar kir ku ji dema bihurî heta roja me ya îro yê ku xwezayê bi wate kirî jin bûye û wiha axivî: "Niha jin di şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyandina zarokên xwe dide. Gelek lêkolîn û xebatên zanîstiyên civakî jî dide xuya kirin ku di demên berê de jî jin bi heman tiştan re rûbirû mane. Zilamê qurnaz heta bê asta dewletê tiştên ku bi destê jinan hatine afirandin diziye û bi hepiskirina wan nêrîtiya xwe domandiye. Civak bi xistina jinan qediyaye. Mêr di demên pêş de bi ketina jinê ya civakê bes nedîtiye û dest bi kolekirina jinê kiriye."
'Em di YPS-Jin de ruhê jinên têkoşer dibînin'
Asiye bal kişand ser îstîsmarkirina jinan û ev tişt anî ziman: "Yê ku di nav civakê de her tim hatiye îstîsmarkirin jin bûn. Di 1850'an de jin li fabrîqeyan çawa hatin şewitandin niha jî li Cizîrê hatin şewitandin." Asiye dest nîşan kir ku divê hemû jin di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha got: "Di nav YPS-Jin de têk çûna dewletê û ruhê jinên berxwedêr dibînin. Têkoşîna jinan naqede û zêde dibe."
'Em ê bigihêjin jinên ku navê wan di pirtûkan de derbas nabin'
Piştî axaftina Asiye ji kovara Jineolojiyê Semra Kantarci jî bi lêv kir ku sedema hemû newekheviyan ji newekheviyên jin û mêran dertê û wiha pê de çû: "Têkoşîna me li hemberî pirsgirêkên heyî de kêm dimîne. Ji ber ku pirsgirêka jinan zêde û kûr e. Jineolojî li ser rexnekirinên wisa de xwe bi teşe kir. Di têkoşîna me de despêkek zanîstî şart bû." Semra da zanîn ku dê jineolojî atoyeyan hembêz bike û wiha domand: "Di atolyeyan de jin û zanistî ji nû ve derkeve holê. Em ê bigihêjin jinên ku bi hezar sal li ber xwe dan û navê wan di pirtûkan de derbas nabin. Em di dîrokê de têkildarê şewitandina jinan de tu tiştek nexwend. Ji ber ku fikr û ramanên wan jinan li gorî polîtîkayên dewletan berevajî bû û ji ber vê yekê dewlet li ser jinan polîtîkayên xwe yên zextê meşandin."
Semra diyar kir ku di 8 qadan de wekî etîk, estetîk, dîrok, polîtîka, zanista nufus, huner, tenduristî, aborî û ekolojî dê perwerdehiya jineolojî bê dayîn û wiha dawî da axaftina xwe: "Ders ji hemû kesan re dê vekirî be û hemû jinên şoreşger tevli perwerdeyan bibin."
Her wiha jinan di derketina metroya Aksaraya girêdayê navçeya Fatîhê de derbarê 8'ê Adarê de pêşengeha wêneyan vekirin û belavok belav kirin. Jinan li taxa Gazîosmanpaşayê têkildarê 8'ê Adarê panalek pêk anîn.
(ea/zt)