Jinên Wanê dest bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê kirin
19:43
JINHA
WAN - Jinên Wanê bi pêşengiya KJA ya Wanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jînên Kedkarên Cîhanê de li taxa Erekê 8'ê Adarê pîroz kirin.
Bi pêşengiya Kongraya jinên Azada (KJA) ya Wanê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Nûnerên MKM'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek jin li taxa girêdayîya Rêja Armûsê ya Erekê kombûn. Jinan pankarta bi rengê mor a li ser "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" vekirinç Jinan li gel koma erbanê dîlan girtin, bi tilîliya û çepika pîrozbahî mezin kirin.
Di dawîya çalakiyê de hate zanîn ku Rêvebera KJA'ya Wanê Edîbe Baburcu hat binçavkirin.
(hk-db/zt)