'Bi saya QSD hêviyê jiyanê ji nûde şînbû'
09:03
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Jinên Şedadê hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê vegotin û diyar kirin ku bi hatina QSD'ê re jiyana wan hatiye guhertin.
Jinên bajarê Şedadê ya girêdayî Heseka Kantona Cizîrê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser herêmê nirxandin û kêfxweşiya xwe a rizgarbûnê Şedadê anîn ziman. Jinan derbarê hatina QSD'ê jî kêfxweşiya xwe diyar kirin û bi dilekî coş berxwedana QSD'ê li dijî çeteyan silav kirin.
Sebah El Necim jî derbarê êrîşên DAÎŞ û serkeftinên QSD'ê de wiha got: "DAÎŞ îro di tevahî cîhanê de hêza herî hov tê naskirin. Me ev hovîtî û bêexlaqiya wan jî li ber çavên xwe dît. Bi hemû rêbazên qirêj mirov îşkence dikirin, li ser jinê jî hovîtiyeke heya dawiyê dida meşandin. Nedibû ku jin bêyî cilên reş û şerpeyê ji mal derkeve. Ya ku ev yek jî pêk nedianî kiriyarên ne mirovî wekî lêdan li ser didan meşandin."
Dayê Sebah êş û elema ku bi hatina DAÎŞ'ê jiyan kirin wiha vegot, "Em ji xwarin û vexwarinê bêpar bûn, bi ser hemû êşan de jî derûniya me pir xirab bibû. Ew yek jî ji tirs û xofa çeteyan û kiriyarên wan ên hovane bûn. Lê bi hatina QSD'ê hêviyên jiyanê careke din şîn bûn, çete jî wekî tirsonekan ji ber qehremanan reviyan."
Ekla El Zahir jî kêfxweşiya xwe bi hatina QSD'ê û vegera aramiyê li bajarokê Şedadê anî ziman, da xuyakirin ku roja hatina QSD'ê mîna cejinê bû ji bo wan.
(ee/hs/rc)