'Karê me jinên gund bi derketina rojê re despêdike'
09:05
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li gundên berpesarên Zagrosan jin şêwekarên jiyanê ne. Jina binavê Heybet diyar kir ku ew jinên gund bi komî karên xwe bi hev re dikin û got: "Karê me jinên gund bi derketina rojê re despêdike."
Li Gundên berpesarên Zagrosan jin bi jiyana xwezayî debara mala xwe dikin. Ji pehtina nanê tenûrê heya xwedîkirina sewal û mirîşkan hemû bi destê jinan tê kirin. Ji berbanga sibê heya derengiya şevê jin di nava kardenin. Jinên bi keda destê xwe pêdiviyên mala xwe dabîndikin, tiştên amade dikin li hev jî pardikin. Dema ku jinek hevîrê xwe dibe ser tenurê jinên cîran jî lê kom dibe, bi hev re hem nan dipêşin, hem jî sohbetê dikin. Ew nan netenê ji bo jina xwediyê malê dimîne, malên cîranan jî pêdiviya kê bi nan hebe tê ji bo xwe dibin. Tenê ne nan her tiştên ku jinên gund berhev dikin li xwe û cîranên xwe belavdikin. Pêdiviya kê bi çî hebe pir bi rehetî diçin derê mala cîranê xwe û digirin.
'Karê me jinên gund bi derketina rojê re despêdike'
Heybet Erman ya ku li gundê Kehê diji diyar kir ku jin li her qadan bi keda destê xwe şêwe dide jiyanê û wiha axivi; "Em serê Sibê zû radibin diçin dexil didin mirişkan. Beriya zarokên xwe em xwarina mirîşk û sewalên xwe didinê. Heya em xwarina wan didinê zarokên me jî radibin, em êdî tên karê mala xwe dikin. Em bi vi awayi debara mala xwe dikin. Dema ciranan me pêdivi bi hêkên mirişkan hebe em didin ciranên xwe jî. Dema pêdiviya me jî bi tiştekê hebe em jî ji cîranan digirin. Bi vî awayî jiyanek hevpar derdikeve holê. Em heftiyê carek nan dibêjin. Em jinên ciran hemû tên bahev û bi hevre sohbet dikin û nan dipêjin. Em li ciranên xwe ji belav dikin. Ji bo jiyanê em kedek mezin didin her çiqas mêr hezneke bibine. Jiyana me jinan li gundan bi derketina rojê re dest pê dike. Em jinên kedkarin bi rasti jiyana gundan ew qas bi hêsan nine. Jiyan kedê dixwaze, yên ku li gundan keda herî mezin didin jî em jinin."
Heybet da zanîn ku ew bi axa xwe ve pir girêdayîne û wiha berdewam kir; "Di salên 90'an de ji aliyê dewletê ve gund hatin vala kirin. Gundî ketin ser rêya koçberiyê. Di rêwîtiya koçberiyê de jî herî zêder jin bandorbûn. Ji ber em jin pir bi axa xwe ve girêdayîne. Jiyana me li ser vê axê xweşe, dema ku em ji gundê xwe durkevin em nikarin nefesê bigirin. Jin û xweza giyan didin jiyanê. Ji ber wê jî xwarina bi destê me jinan tê çêkirin hemû dermanin. Ji ber wê jî ez karim bêjim ku gund jiyana herî xwezayi û dermaniye. Ger jiyanek me heber bila li ser axa gundê mebe."
(zyd/zt)