'Jinên Kurd bi tilîliyên ku dijmin ditirsîne dê li qadanbin'
09:06
Zeynep Akin/JINHA
ÊLIH - Bi boneyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê Endama KJA'yê Xecê Şen banga tevlîbûnê li gelê Êlihê kir û wiha got, "Îsal jinên Kurd dê bi reng, ziman, çand û tilîliyên ku dijmin ditirsîne li qadanbin."
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê jin amedekariyê çalakiyên xwe dikin. Endama KJA û Endama Meclîsa Partiya DBP'ê Xecê Şen diyar kir ku 8'ê Adara îsal xwedî wateyek cuda ye û wiha got, "Meşa Jinên Cîhanê a ku sala borî li Nisêbînê pêk hat wek mînak berçavane. Zîhniyeta desthilatdariya 5 hezar sal, li hember gel bi hovîtiyek mezin komkujî pêk tîne. Erdogan û dewleta Tirkiyê bi zîhniyeta komkujî, jinên berxwedêr girtiye hedefa xwe. Ji ber vê yekê 8'ê Adara îsal ji bo me xwedî wateyek cuda ye. Li cîhanê mînakên hovîtiyê heye, lê mînaka hovîtiya ku Erdogan pêk tîne nîne."
'Ji bo jinên berxwedêr ên hatine qetilkirin sozê me heye'
Xecê destnîşan kir ku şer bi taybet hember jin û zarokan pêk tê û wiha domkir, "Mînak jinên berxwedêr Heval Sêvê, Pakîze û Berjîn qetilkirin. Jinên ku hatine qetilkirin di heman demê de endamê KJA'yê bûn. Heval Sêvê temenên dirêj bi têkoşînê derbaskir û ji DOKH'ê heya KJA'ê gelek ked da. Jinek hember zihniyeta pergalê berxwedida. Ji bo yekîtî, aştî û azadiya jin bi salan berxweda. Heval Sêvê tevî du hevalên xwe li Silopî hat qetilkirin. Polîtîkayê ku Erdogan hember jin pêk tîne, ser Kurdistanê jî heman polîtîkayê dimeşîne. Em polîtîkayê şerê qirêj yê Erdogan lanetê lêdikin û soza me ji van hevalên berxwedêr re heye; wek aktivîstên KJA'yê em xwe li her qadê birêxistin bikin û bersiva komkujiyan bidin. Em bi vê hêvî û baweriyê dijîn."
'Bi reng, çand û tilîliyên ku dijmin ditirsîne li qadanbin'
Xecê da zanîn ku ew ê tola jinên berxwedêr hildin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Wek jinên Kurd em ê ji Erdogan û dewleta Tirkiyê hesabê bipirsin. 8'ê Adarê li Tirkiyê û Kurdistanê bi berxwedaniyek mezin tê pîroz kirin. Gelek jin ji Tirkiyê û Kurdistanê li Silopî cihê heval Sêvê şehît ketî kombûn. Li Êlihê di 5'ê Adarê de mitîng dê pêk were. Bi boneya 8'ê Adarê dê li her kolan û taxê meş, mitîng û panel bên lidarxistin. Ya girîng mitînga 5'ê Adarê ye. Îsal jinên Kurd dê bi reng, ziman, çand û tilîliyên ku dijmin ditirsîne li qadanbin."
'Jin û civaka ne rêxistinkirî bi tehlîkeyê re rû bi rûye'
Xecê wiha dawî li gotina xwe anî, "Jin û civaka ne rêxistinkirî bi tehlîkeyê re rû bi rûye. Ji ber vê rêxistinbûn ji bo me girînge. Dirûşmeyê me diyare, civaka ku rêbertiyê wê ne azad be ew civak jî ne azade. Ji bo rêberê azad û Kurdistanek azad li her qadê jiyanê têkoşîna me dê bidome. Em roja jinan li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Berxwedan jiyane."
(rc)