Xebatkarên atolya tekstîlê: Em 8 Adarê li qadan in

09:08

JINHA

WAN -Jinên ku li atolya tekistîla Navenda Jiyanê Jin a Rojîn ya Wanê dixebitin diyar kirin ku ew bi hêviyê jiyanek wek hev dijîn û wiha gotin, ew ê li hember dagirkirina kedê jinan di 8'ê Adarê de li qadanbin.

Jinên ku li atolya tekistîla Navenda Jiyanê Jin a Rojîn ya Wanê dixebitin diyar kirin ku ji bo kedê wan bê dîtin têdikoşin. Jinan da zanîn ku ji bo ew xwedî li ked û mafên xwe derên wek her sal, di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê dê li qadanbin. Xebatkarê atolya tekstîlê Fatma Gûl diyar kir ku divê roja jinan tenê bi 8'ê Adarê re sînordar neyê girtin û wiha got, "Bila zilam jî dewlet jî destê xwe û zilma xwe li ser me jina rake. Em mirateyên jinên ku di febrîqeyan de hati şewetandinin. Em jin mafê xwe dixwazin. Em jin dirokê heya niha bi destê zilama hatine tunekirin lê em êdî dê bibin dengekî herî mazin. Jin nebe jiyan jî nabe. Banga min ji tevahî jinan re ew e ku mil bidin milê hev û ji bo dexwazê mafê xwe li qadanbin. Roja tevahî jinan pîroz dikim."

'Êdî divê jin hember zilm û pergalê serî hilde'

Makbule Kayahan jî li ser jinên di dîrokê de hatî şewitandin de axivî û wiha got, "Em tevahî jin mîrateya jinên berxwedêr berdewam dikin. Em bi kedê xwe niha aboriya xwe pêşwazî dikin. Êdî divê jin hember zilm û pergalê serî hilde. Xebata herî mazin xebata jinê ye û kare kî pîroze ev kare. Em bi karê xwe jî gelek keyfxweşin. Ez 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim."

'Em mefên xwe dixwazin'

Nîmet Duran jî wiha got, "Bi salane jin li her qadê jiyanê ked dide, lê her dem rastî dagirkeriya aborî tê. Divê tevahî jin ji bo xwedî li nasnameyê xwe derên derkevin kolanan. Em ê di 8'ê Adarê de bêjin li tevahî qadê jiyanê em hene." Fatma Guneş êrîşê dewletê a hember bedena jinê şermezar kir û wiha got, "Em ê 8'ê Adarê derbikevin qadan û bibin bersiv ji jinên berxwedêr re. Bila jinên kedkar bi taybet derên qada. Da ku em bibin yek deng û dawa mafê xwe bikin. Li hember polîtîkayên êrîşê hember jinan em ê xwe bi rêxistin bikin. Bi hêviya pêkhatina azadiya jinan ez 8'ê Adarê li jinan pîroz dikim."

(hk-db/rc)