Mihrîcana 'Em ê Jiyanê bi Hunera Jinê Bixemilînin' despêkir

09:14

JINHA

QAMIŞLO - Mihrîcana 'Em ê Jiyanê bi Hunera Jinê Bixemlînin' li salona Navenda Çand û Hunerê yê Mihemd Şêxo bi beşdarbûna hêjmarek mezin ya jinan despêkir.

Mîhrîcana 'Emê Jiyanê Bi Hunera Jinê Bixemilînin' ya ku bi pêşengiya Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hatibû amede kirin despêkir. Mihrîcana ku li Navenda Çand û Huner yê Mihemed Şêxo despêkirî dê 4 roj berdewam bike. Mihrîcan bi pêşkêşkirina çîrok, şano û helbesta jinan dê berdewam bike. Di roja mihrîcanê a 1. de jin senaryoya şanoyan û helbestên xwe xwendin. Axaftina vekirinê ji aliyê Nadiye Yusuf ve hate kirin. Nadiye diyar kir ku pêkhatina mihrîcanê bi pêşengiya jinê, rola jin yê serkeftî di nava çandê de nîşan dike.

Piştî Nadiye endama TEV-DEM'ê Hêlîn Ehmed axaftinek kir û tevahiya şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên jin bibîr anî û wiha got, "Bi rêya vê mîhrîcanê jinên rojava dê bi rengê hûnerê rengê şoreşê bi dewlemendiya helbest, çîrok û seneryoyên xwe bînin ziman. Wiha jî dê jin karibin şoreşa jinê li Rojava bide jiyîn û ev mîhrîcan wê bibe bingeha ku her jin bikaribe bi rengê xwe û zimanê xwe hunera xwe pêşkeş bike.''

Piştî Hêlîn Ehmed Seroka Desteya Çandê û Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan,"Çawa jin di şoreşê da bû xwedî rolekî girîng û pêşengitiya şoreşê kir, îro jî di demekî wiha de ku hîna şereke dijwar heye û ciwanên me şehîd dibin, em dixwazin jin bi helbest û hûnera xwe beşdarî şoreşê bibe. Jin dê bi pênûs hestên şoreşê bijî û bide jiyîn."

Di berdewamiya mîhrîcanê de bêtirî 30 helbest ên Kurdî û Erebî hatin xwendin û herwiha du senaryoyên şanoyê jî pêşkêşî beşdarên mîhrîcanê hate kirin. Di helbestên jinan de herî bêtir bandora şoreşê û hestên bedew ên şoreşa jinê derketin pêş. Jinan di helbestên xwe de barê giran ên şer û koçberiyê, her wiha canfedayîtiya şervanên azadiyê bi hestewarî anî ziman. Di mîhrîcanê de li kêleka kêfxweşî û coşê, kêliyên xembar jî hatin jiyîn.

Mîhrîcan dê îro de sernaryoyên şanoyan were xwendin, herwiha çîrok û meqaleyên jinan jî dê bêne xwendin.

(kom/rc)